PoliticsTop

Arxîv Adrbêþanêda bi cûr’ê întênsîv têne deg’elkirinê: D. Babayan

QÇ’-da arxîv hatne xweykirinê, lê em gere bidine ber h’esava wekî p’ir’anîya avrxîva carekêva hatne cîgöhastinê li Bek’ûyê. Meselê e’slî hene, lê ew Adrbêcanêda bi cûr’ê întênsîv  hatne deg’elkirinê. Derheqa vê yekêda nav pirsqisê, kîjan daye Nyûz.am-ê, Davît’ Babayanê wezîrê CA-êyî K’D gotîye û serda zêdekirîye, wekî deg’elkirin salê serwêrîkirina Hêydar E’lîêv- salê 70-î, destpêbibû.

“Ew vî cûr’yî hatîye kirinê: mesele- xevata Bakîxanove “Gölistan û Îram”  hana Hêydar E’lîêvda destpêkir careke din bê çapkirinê. Dwsa t’etera û t’irka dihatne nivîsarê “adrbêcanî”. Wî cûr’eyî, Nîzamî “bû” adrbêcanî. Lê wî çaxî adrbêcanî, çawa ê wî cûr’eyî, t’inebûn. Awa bi vî cûr’eyî wana t’emamîya madeyê arxîvîyê lêk’olîndikir. Niha ew wanr’a qe jî nelazime, ew bêy wê yekê jî t’emamîya norm û e’sasê heqê ort’emiletîyê bêqirar dit’er’ibînin û ne jî difikirin t’erekî xwe sofîkin- delîlê t’arîxîye din bînin”,- Davît’ Babayan gotîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button