PoliticsTop

T’irkê t’arîxzan: “24-ê meha nîsanê nîvê dilê minê Êr’axblûrêdave, nîvê dinê- Sîsêr’nakabêrdêda”

“Ÿrmenîhabêr.am”-ê berî 24-ê meha nîsanê pirsqisa mexsûs t’ev Saît’ Çêt’înog’lûyê t’irkê t’arîxnas, bi lêk’olînkirinê derheqa K’omköjîya ermenîada e’yan derbazkirîye.

Saît’ Çêt’înog’lû ij wan t’arîxnasê T’irkîaêda jîyînêyî yekanîye, ê kö bêþik delîla K’omköjîya ermenîya qebûldike û t’enqîddike, sîasîya ermenîköjîêyêye vê gavêye miqabilî Ermenîstanê hindava T’irkîayê û Adrbêcanêda mîaserpbûnê berk’ t’enqîddike. Pirsqisêda Çêt’înog’lû paþda veger’yaye ser sîasîya T’irkîaêyederheqa K’omköjîya ermenîyada meþandî.

-Berî 106-salîya K’omköjîya ermenîya tê fikrê xwe t’ev me nîvîkî?  Xazma pey þer’ê sala 2020-î hindava Adrbêcanê û T’irkîaêda miqabilî ermenîya mîaserkirîr’a.

-106-salîya K’omköjîya ermenîya bi wê yekê k’ivþbû, wekî ermenî e’rdê xweyî t’arîxîda ber ç’e’vê “merivaya mezin” careke dinê bi t’esmîlbûna li zordestîyê, hatne p’êpeskirinê û bi hevr’êtîya wê ker’-lalîya mervayêye nifir’lêkirî bi layîqî bîranîna þîna me’rimbûna ij wet’enê t’arîxî qewmandineke t’arîxîye h’eznî jî zêdebû… Mervayê ber p’ere û qewata Adrbêcanêye madeyî çokveda.

Awa, çawa sed sala pêþda bi mîlîona meriv t’esmîlî nesafîtîyê bûn, îro jî dîsa bi deha h’ezara meriv bi t’esmîlbûna li zordestîya nemervayê û zalimtîyê bûne cangorîyê e’ynî nesafîtîyê û eva döristîye.

Ij vî goþeyî þika min t’ine, wekî cime’ta ermenîya careke dinê çawa berê, isa jî niha- dikare bi girtina piþta hevdö vê zerê alt’ke. Pey qir’ê Kîlîkîaêye sala 1909-ar’a gilîyê Zabêl Êsayanê niha jî ê h’emzemanîne: “H’erke em sêwîne, ç’areke meye din t’ine, wekî em bivne  nefer-malê hevdö”.

-Hindava T’irkîaêda sîasîya dîwanîye mîaserbûnê bi vî h’esavî çawa pêþda diçe? Ij înk’arkirina aþkela pey h’etanî  nezera “derdê t’omerî” pêþdabirî dewleta t’irka çi nêzîkbûnê wê bijbêre?

-Van r’oja bi serk’arîya serwêrtîya îdara sedrê T’irkîaêye p’evgirêdanê civakî û “Hevaltîya t’irkîye t’arîxnivîsarê” dîsa h’emcivateke înk’arkirinê mîaserdikin. Îcar ya diha alt’indarîyê, ya diha k’öbar…

“Derdê t’omerî… yan jî danîna derda nav lecê r’astîyê dîharbûna înk’arkirinêye hereçetine. We’dê serwextbûna vê hatîye û bihörîye. Lazmaya dilsag’î û hemaqîya zêde t’ine.

Xazma nav van 10 salê xilazîyê bi serk’arîya “Hevaltîya t’irkîye t’arîxnivîsarê” û þêwra xwendina Bilind zanîngeh bit ver’êkirina merk’ezbûyî seva înstîtûsîonalkirina înk’arkirinê cefê giran divînin. Govekê vê ver’êkirinêda emê qet bêh’edkirî nînvin h’erke bêjin, wekî h’eta mek’t’eva göndê herîdûr jî ij t’eþkîlkirina t’edbîrê înk’arkirina k’omköjîyêva hinartî paþda namîne.

Em nikarin isa jî nedine k’ivþê, wekî berbiç’e’vbûna t’edbîrê vî cûr’eyîda, yan pêþdahatina bi kêlma belegek-dödê wek’ilandlina fikirê r’esmî gele cara dive mifta karîêra meriva. T’emam zanin, wekî ev îndûstrîya bi koordînasîakirina r’esûltîya derekeye r’esmî û ner’esmî t’eþkîldive. Byûcêya vê þöxölvanîêye bi navê Lobbî “t’êbûyî” ÿp’êce mezine. Berê 400 mîlîon dolar  r’aberî Donald K’vat’êrt’ê t’arîxnasê bi qedir kiribûn bona xweykirina fikirê t’irkî, lê Çag’layangîlê wezîrê T’irkîaêyî K’D cêr’ibandibû  firqê ermenîye sîasîyê r’öþetke, bi gotina: «T’erka k’omköjîyê bidin, hûn çiqa p’ere dixwezin emê bidin”.

-“Pey hindava dewletê p’ir’hejmarda naskirina K’omköjîya ermenîyar’a niha jî derheqa ser dereca sedrê WAY naskirina k’omköjîyêda tê xeverdanê. Tö dora vêpirsê çi difikirî? Naskirina k’omköjîyê wê çi bide?

-Bi fikira min, hindava sera Wek’îla û Sênatêda naskirina K’omköjîya ermenîa ij gotina Baydênê sedre xevera k’omköjî ferztirbû. H’etanî bive sedir hila hê Baydênê sênator bi k’êlmê xweye baþqe-baþqeda ij adlîyê heqîyê pêþda hatîye û bi wî h’esavî göman heye, wekî ewê wê nêzîkbûna xwer’a wexta k’êlma 24-ê meha nîsanê amin bimîne- bi r’esmî naskirina k’ömköjîyê.

Lêbelê pey hindava Sênata WAY-da naskirina K’omköjîya ermenîr’a em dikarin bêjin, wekî hindava Baydênê sedirda wek’ilandina wê xeysetê r’emzî wê wergire. Herdö serayê þêwirxanê heqî destnîþankirîye. Ya mayîn ferz nîne. Meqametê e’daletê vî t’erefîda mecalê lazim gere  bikin. Çimkî qanûnê WAY delîva k’omköjîyêda xeysetê e’mirkirinê û normayî werdigrin. Xwezil Vardgês Êg’îyan, ê kö WAY-da bi sala seva  boy heqîyê bênabir’î þer’k’arî dikir, hiqûqnasê xêrxwezê me ev r’oj bidîtana…

-Nav þöxölê lêk’olînkirina K’omköjîya ermenîya emekê teyî t’exmînkirinê heye. Xölese nav þer’k’arîya bona naskirina K’omköjîya ermenîya û dasekinandina heqîyê tö çi kêmasîya divînî?

-K’omköjîya ermenîya ber ç’e’vê mervayê qewimîye. Lê encama “r’êal polîtîk”-a pey þer’ê h’emdinîaêyî pêþin pêkhatîr’a hatîye cêr’ibandinê döristîyê fiþarkin û t’esmîîlî bîrkirinêkin. Lê 50 sala þönda pey þer’ê we’dedirêjr’a ewê döristîyê xûn û goþt stend û careke dinhate anînê lê r’ojevê.

Wexta vekirina her belgekî t’arnîxê- k’omköjî dîsa xûn û goþt distîne. Döristî niþkêva careke din dîhardive û þewqvedide. Bi vî h’esavî xevata lêk’olînvanê maciratê û t’irke kêmjdmare koordînasîabûyî yan baþqe zef ferze.

Vê h’emtêk’stêda derecek heye, wekî ez t’imê binxetdikim û difikirim, wekî kardare. Xelîl bêy Mênt’êþêyê qölixçîyê Qeyserîya osmanîyê, paþê isa jî Cimhöryeta T’iraîkêyî dîwanî bîranînê xweda dinivîse, wekî ze’f hindik meriv hene, ê kö t’ev K’omköjîya ermenîya nebûne. Yanî- xeysetê t’evbûna li k’ömköjîêyîseranser hebûye. Vî h’alîda p’ir’anîya binelîyê T’irkîayê seva ya bûyî cavdare. Pêr’a jî eva r’ûhevdök’etina li döristîyê dike ya nebûyînê, çimkî  civak bi dîharbûna nav fitila bêber nikare ij wê derk’eve û qencve.

R’ûhevdök’etin bi vî h’esavî ferze. Lê cömla “kalê me k’etine nav t’arîxa k’omköjîyê” ij t’emsîlkirina r’astîyê û r’ûk’etina t’ev döristîyê ze’f dûre. Kes naxweze daxa k’omköj li kalkê xweyî kese, fîzîologîyê  bik’öte. R’ûhevdöxistina r’ast bi girêdana li merivê xiyalî isa jî naqewime.

Em çawa bajar’vanê Cimhöryeta T’irkîayê zanin, wekî destdirêjaya nisbetî kesê xaçp’arêz yan hebûka wan e’ynî tiþte û eva h’esavnave t’ev sûck’arîya k’omköjîyêvin. Ê xaçp’arêz biköje, bive ag’ê jin, kör’, qîza wî, bike îslam, hebûka wî bike ya xwe. Ev qirar-ferman meha sala 1915-aye t’ebaxê belabûye, bi k’îjanê k’omköjî hatîye r’öh’darkirinê. Bi k’etina pey qelfê dewletîyê ermenî û  Pontosêye mirinê seva hebûka wan bivne xwey xwedêgiravî “xilazkirin” h’esavdive bivne t’evbûyê sûck’arîya k’omköjîyê. Çaxê hebûka bêxwey divne xwe ew jî cûr’ekî t’evbûna li k’omköjîyêye.

Vî h’alîda t’ejvbûna civaka t’irkîye li sûck’arîyê ewqa r’eh’ê wêye k’ûr hene, wekî r’ûhevdök’etina r’ast seva merivê t’irk h’esavdive ziyanê bide xwe û kevir bavêje ser h’alxweþîya nevîyê xwe.

H’etanî em vê döritstîyê serwextnevin hevk’arîya t’ev nevîyê mîaserkirê k’omköjîyê û t’evayî ger’a heqîyê þöxölê boþ û betale.

Ermenî çawa Ermenîstanêda, isa jî e’rdê  Ermenîstana t’arîxîda yan jî met’îngê maciratêye mînanî livê h’inara belabûyî gere xwe bidine k’ivþê, xwedîharvin. Hîvîdarîya ij T’irkîayê her t’enê xwexapandine û xiyala vik-vala…

Ev döristî wexta þer’ê Arsaxê bi cûr’ê ÿp’êce binxetbûyî erêbû.

Kesî dengê xwe nekir û miqabilî ermenîya t’emamîya merivayê mînanî merivekî miqatî ker’-lalîyêbû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button