PoliticsTop

CE neh’îyêda dijmina nager’e: Ayvazyan derheqa qezîya t’irkîda

Bi gilîyê Ara Ayvazyan- dîwannasîya ermenî virhada pirsa avakirina eleqetaye t’ev der-cînara wê ya diha pragmatîkve.

Ara Ayvazyanê wezîrê CE-î K’D r’ûniþtina encomana CM-êye eleqetê derekeda got, wekî pêþdabirina eleqetê t’ev Yûnanstanê û Qibrisê r’ojeva dîwannasîya ermenîdaye, lê R’ewan sîasîya xweye dereke miqabilî t’ö alîkî sisya avanake.

Þîrak T’orosyanê endamê qelfa “Gava min”-e h’ökömkirinê ij wezîr pirsî- Ermenîstan k’arê xwe nake cûr’eçapa Ermenîstan-Yûnanstan-Qibrise sêalî çapikke- çawa e’k’sît’ak’êþîya sîasîya t’irkîye agrêsîv?

Bi gilîyê Ayvazyan- ew cûr’eçap r’ojeva Ermenîstanêda dimîne, lê CE neh’îêda dijmina nager’e, çimkî qîmetê e’dlayê baþ zane.

“Ermenîstan wexta avakirina sîasîya xweye dereke gere nêzîkbûna pragmatîk bêcerke- bi h’esavhildana qezîyayê bêqezîabûna neh’îyê. Emê h’emû tiþtî bikin, wekî bi temamîya dirêjaya sînorê Ermenîstanê warê bêqezîabûnêyî meh’kem bê e’frandinê”,- wezîr da k’ivþê.

Ewî serda zêdekir, wekî nav van çend mehê xilazîyê, nenihêr’î t’ehdîtkirinê koronavîrûsîyê, ewî cêrge r’êwîtîyê ecnebî kirine, lê dîwannas goveka safîkirina pirsgirêka k’ivþbûyîda t’ev hevalk’arê ecnebî hevsûbûnê çapike bi t’or’ê xweydikin.

Hila hê meha pare nîsanê wezîrê Ermenîstanê, Yûnanstanê û Qibrisêye K’D derheqa erêkirina hevk’arîya sêalîye qewînkirina meh’kemî û bêqezîabûna neh’îyêva hinartî p’evk’etin destanîn. Isa jî dihate têr’adîtinê serecivata sêalî R’ewanêda derbazkin, lê kêr isa jî neqwimî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button