PoliticsTop

Tog’anyan derheqa hêçxemîya R’oavayê, þer’ê Arsaxê û þöxölê Navalnîda xeverdaye

Bi gilîyê sîasînasê ermenî- dinîayê wexta t’önekirina binelîyê Arsaxêye e’dilî xwe ker’dikir, lê hêsa mecalê cezakirinê dide xevatê- bona k’ara  kesekî.

Civaka ort’emiletîyê e’melê Adrbêcanêye nisbetî binelîyê Arsaxê, xevtandina sîlih’a qedexekirî û t’önekirina þeher û göndava dengveda. Vardan Tog’anyanê sefîreyê Ermenîstanêyî Ûr’isêtêda wexta h’emþcivata “Qir’ û Þer’ê h’emdinîaêyî pêþin. Þertne’mê ort’emiletîyê. Miþlaqê t’arîxî”-ye Moskvayêda  qewimî fikira heman e’lamkirîye. Yektîya ermenîyê Ûr’isêtê kêr t’eþkîlkiribû- 100-salîya þertne’ma Moskvayêye navbera Ûr’isêta Sovêtîyê û T’irkîa  k’emalîêda qolkirîva girêdlayî.

Ewî dengvedana civaka ort’emiletîêye derheqa qewmandinê Qerebag’êda himberî delîva Alêk’sêy Navalnî kirîye, çaxê WAY û YA mecalê cezakirinêye t’eze miqabilî Ûr’isêtê dane xevatê.

“Em divînin, k’a bi k’ara merivekî baþqeva girêdayî çawa mecalê cezakirinê didine xevatê. Lê çaxê bi t’evbûna k’omê tirsk’arîêye ort’emiletîyê t’emamîya cime’tekê t’önedikin, civaka ort’emiletîyê xwe ker’dike û pêþtirî e’lametîyê bêqedir, tiþtekî nake”,- Tog’anyan serda zêdekirîye.

Çi dimîne seva delîvê 100 sala pêþda bûyî, dêmek ê sefîre difikire, wekî îro Ermenîstan gere sîasîya xwe neh’îênda avake- bi h’esavhildana dersê berê. Qezîya û de’wê ber Ermenîstanê sekinî bawerbike nehatne göhastinê, çimkî 100 sala pêþda T’irkîa qir’a ermenîya mîaserkirî îro t’erka k’ara xweye de’meþandinê nedaye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button