SocietyTop

Þaxê safîkirina pirsgirêka hêsîrayî herîbaþ e’sasê “t’emam ber t’emama”-ye: Zaxarova

Bi gilîyê wek’îla wezareta k’arê dere r’esmî, Ûr’isêt pirsa paþdaveger’andina hêsîrê e’skerîyêda k’omekê dide.

Marîa Zaxarova wek’îla wezareta T’Û-êye K’D-e r’esmî wexta qisa herh’evtê e’lamkirîye, wekî Ûr’isêt bona k’ara p’evgöhastina hêsîra û kesê têne xweykirinê, bi qirara “t’emam ber t’emama” pêþda tê.

Bi gilîyê wê- angorî e’lametîya serk’arê Ûr’isêtê, Ermenîstanê û Adrbêcanêye 9-ê meha sala 2020-îye çirîa paþine sêalî, lê isa jî angorî p’evk’etinê  11-ê meha k’anûna paþin navbera welatada p’eydakirî, xevata dora pirsgirêkê paþdaveger’andina hêsîrê e’skerîyê û kesê dine têne xweykirinê pêþda diçe.

“Û alîyê ûr’isa wan pirsada k’omekê dide, nav wê hejmarê- bi xeta teþkîla e’skeryê e’dlayîp’arêz. Çawa sedir û wezîrê welatê meyî k’arê der,  p’evgöhastina hêsîraye “bi e’sasê “t’emam ber t’emama” wê bibûya þaxê safîkirina vê pirsgirêkêye lezî herîbaþ”,- Zaxarovayê gotîye.

Em bidine k’ivþê, goveka miqabilîhevbûna Qerebag’êda pe’y erêkirina agirr’awestinêr’a pirsa paþdavegere’andina dîla û hêsîra Adrbêcanêda têne xweykirinê seva alîyê ermenî pirseke diha tûje. Derge-dîwanê Adrbêcanê nalezînin hêsîra paþda veger’înin- bi ij wana geleka e’lamkirina “tirsk’ar” û “k’irêkirî”. Miqabilî wan bajar’vana þöxölê sûck’arîyê hatne vekirinê. Angorî hine salixa- lap kêm 120 êsîr hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button