PoliticsTop

K’oma xevatêye bi pirsa Arsaxê pirsê binxeleqa transportîyê wê e’ne’neke: Ovêrçûk

Alêk’sêy Ovêrçûkê dewsgirtîyê serekwezîrê T’Û hevr’axeverdanê pêþbere t’ev hevalk’arê xweye Ermenrîstanê û Adrbêcanê þirovekirîye

K’oma xevatêye sêalîye bi pisrê Qerebag’a Ç’îya e’firandî 30-ê meha k’anûna paþin pirsgirêkê dasekinandina binxeleqê transplortîêye neh’îêda wê e’ne’neke. Alêk’sêy Ovêrçûkê dewsgirtîyê serekwezîrê Ûr’isêtê salix e’lamî TASS-ê kirîye. T’êma nav e’lametîya Vladîmîr Pûtînê sedrê Ûr’isêtê,  Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê û Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanêye qebûlkirî têr’adîtîne. E’wil- emê pirsgirêkê pêþdabirin û dasekinandina binxeleqê transpotîyê e’ne’nekin”,- ewî gotîye. Ovêrçûk nikarbiûye  bide k’ivþê, k’a r’asthatinê ser dereca dewsgirtîyê serekwezîra bi çi heycarîya wê bivin, yan ewê t’imê Moskvayêda bivin.

“Hila hê tiþtek safî nîne, em cara pêþin r’astî hevdö tên. K’a wê çawa pêþda her’e, we’deyê bide k’ivþê”,- ewî serda zêdekirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button