SocietyTop

R’iya berva xwendina bilind û þertê wêye çetin

Pey wê yekêr’a, çaxê xwendk’arê ÿzdîa li zanîngeha Amêrîkaêye Dihokêye fakûltêta doxtirîyê qebûlkirin, wana zanîngeh bi derecê xilazkirn, lê hine þertê xwendinê bere-bere gömana wan betalkir.

Xwendk’arekî vê zanîngehêda qebûlbûyî, ê kö nexwest navê xwe hilde, e’lamkir: “Çaxê em zanîngeha Amêrîkaêye Dihokêda qebûlkirin, dêmek sînorê þabûna me t’inebû, lê çaxê þöxöl gihîþte tênivîsarê, em  bona hine þerta zendegirtî man. Lê gendî:  seva hînbûna vê zanîngehêda, gere k’efîlê xwendk’ar heve, û 50 h’ezar ser h’esavê bankê bi r’ewþa k’efîlê. Seva me, çawa kesê cîgöhastî, ev þert ze’f çetinin.

Þertêp dinî e’seyî- deh sala pey  xilazkirina xwendinêr’a Kördistanêda bimînin, lê ij me kes nizane, emê vira bimînin bijîn, lê eger bimînin, dêmek, çiqa we’de?

Em gazî t’emamîya kesê ÿzdîye r’esmî û derge-dîwanê mot’ace li Dihokê dikin, van þerta bidine hilanînê yan qedandina wan sivikkin, wekî em bikarvin xwendinê pêþda bivin û xilazkin.

Hindava xweda þêx Þemoyê t’emîdarê sedrê h’ökömeta neh’îya K’ördistanêyî bi pirsê ÿzdîya e’lamî Ÿzîdî24 kir:

“Ij wî çaxî, çaxê ew xwendk’ar xîtavî me bûn, em dixevtin, wekî qirara safîkirina vê pirsgirêkêye layîq bivînin. Ev þert hindava zanîngeha Amêrîkayêda bi  hevk’arîya t’ev h’ökömeta K’ördistanêye neh’îyê hatne têr’adîtinê, bona wê yekê, wekî valabûnê t’ijekin, wekî qezayê neh’îêda nexweþxane gaznê xwe dikin, îdarê doxtirîyêda doxtir û xevatçîyê doxtirîyê lap hindikin. H’eyf, ev þert t’esmîlî göhastinê navin, nenihêr’î t’emamîya cêr’ibandina me”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button