PoliticsTop

Bêqezîabûn- pêþertê bêh’esarkirinêyî sereke

11-ê meha k’anûna paþin nav e’lametîya serk’arê Ermenîstanê, Adrbêcanê û Ûr’isêtêye t’evayî nöxta derhqa vekirina r’ê-dirba û p’evgirêdana r’iya h’esinî yeke ferze. Diha dereng “Komêrsanta” ûr’isî xerîte blakir, k’îjanê, em wa bêjin, r’iya bêh’esarkirinê t’emsîldikir.

Xerîta “Komênsant”-êda belabûyî t’emesûka r’esmî nîne, lê êqînîya wê çawa r’iya p’evgirêdana Ermenîstan-Adrbêcan-Ûr’isête xeta h’esinî ne hatîye înk’arkirinê, ne jî erêbûye.

Xerîtêda sê t’eref destnîþankirîne. Ij wana yekê ij R’ewanê destpêve û Naxîcêvanêva wê her’e berva Îranê, ya dinê ij þeherê T’irkîaêyî Îdirê wê destpêve û bi r’iya Naxîcêvan, Adrbêcan, Ûr’isête h’esinî wê dirêjve, lê ya sisya R’ewanê, Naxîcêvanê, Adrbêcanê û T’Û wê bike yek.

Bi h’emsedirtîya dewsgirtîyê serekwezîrê Ermenîstanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanê k’oma xevatê idî pêkhatîye. H’etanî xilazîya vê mehê r’asthatina k’oma xevatêye pêþin gere biqewime, h’etanî wê yekê e’ne’nekirinê dik’ê p’êþek’arîyê û xebîrîêda pêþda diçin.

Armên Sîmonyanê dewsgirtîyê wezîrê serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa nav qisa t’ev “R’adîolûrê” e’wil safîdike, wekî h’erke pirsê bêqezîabûnê safînevin, mewcûdîya wan r’ê-diriba bêfeydeye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button