PoliticsTop

Hevr’aqayîlne’ma sêalî mecbûrkirîye: Ew safîkirina pirsa Arsaxê nîne

Hevr’aqayîlne’ma sêalîye 9-ê meha çirîa paþin qolibûyîda tiþtekî seva k’ara ermenîya t’ine. Derheqa vê yekêda Hovhannês Îgît’yanê dêpûtatê k’oma “Gava min” îro gote r’ojne’mevana.

“Kes bira wira tiþtekî seva k’ara ermenîya neger’e, derheqa k’ara ermenîyada Ûr’isêt xeverdide, k’îjan h’esavdike, wekî ew cûr’ê t’ek t’enêbû- çend h’ezar e’mra xilazkin. Ez dikarim qayîlvim, dikarim dödilîvim, gilî derheqa vê y’ekêda nîne. H’erke em serwextvin, wekî ev e’lametî encama agrêsîa T’irkaîyê, t’emamîya r’êzolyûsîayê Adrbêcanê û agrêsîa e’skerîêye bi t’er’ibandina heqê ort’emiletîêye, dêmek gilî derheqa çi k’arêdaye? Wira hevr’axeverdan t’inebûne, wekî wexta hevor’axeverdana em bêjin- alîk k’etîye nav hevr’axeverdana. Na isa nebûye, ew e’lametîya bi serdestîyê e’skerîyê mecbûrbûyî bûye”,- Hovhannês Îgît’yan got.

Bi gotitna wî- em niha gere bikine dengî û bêjin, wekî ew mecbûrbûyîye, neheq. Û ew niqitk, k’îjana em h’esavdikin neheq, em gere bikine dengî.

“Vira divêjne me- hûn gere fesalvin. Saxî, ij cîyê baþqe-baþqe ew mêsîc tê, wekî em gere fesalvin, wekî niþkêva ösûla vê bêqezîabûnêye h’esîndar neh’ilþe, bêqezîabûna merivê Arsaxêda net’er’ibe. Erê, em gere fesalvin, lê em h’esavnekin, wekî ev e’lametî qirara safîkirina pirsa Arsaxêye. Na. Îro k’oma Mnnskê dicêr’bîne pirsa pêvajoya k’oma Mînskê dîsa bilindke. Me t’erka k’oma Mînskê nedaye. Dêmek em gere h’esavnekin, wekî ev e’lametîya govekê k’oma Mînskêda safîkirina pirsa QÇ’-aye, û wî t’erefîda em gere bixevtin. Adrbêcanê bi t’er’ibandina t’emamîya qirara- bi cûr’ê e’skerîyê cêr’iband pirsê safîke, lê ew h’esavnave, wekî pirsa r’ewþa QÇ’ ij fitildayînê dere”,- Îgît’yan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button