
T’opraxa fir’egeha Stêp’anakêrtê bêleg’mbûye û ew seva xevata e’slî lap hazire.
Vekirina fir’egeha Stêp’anakêrtê 25-ê meha k’anûna pêþin têr’adîtîye. Ç’e’vkanîya h’ökömeta QÇ’ derheqa wê yekêda e’lamî Spûtnîk Armênîayê kirîye.
“T’oprax seranser bêleg’mkirîye, lê fir’egeh ij goþê înjênêrîyê û têxnîkîyê hazire bi r’êjîma e’slî bixevte”,- ç’e’vkanîyê e’lamkirîye
Em bidine k’ivþê, wekî fir’egeha Stêp’nakêrtê idî hatbû t’ezekirinê û hazirbû ij sala 2012-a fir’inda qebûlke. Lê dest e’k’sît’esîra Bek’ûyê fir’egeh isa jî nexevtî. H’al pey morkirina hevr’aqayîlne’ma sêalî û cîwarkirina qewatê e’dlayîp’arêzê ûr’isaye QÇ’-da hatîye göhastinê.
Diha zû dihate k’ivþkirinê, wekî bi t’evbûna e’dlayîp’arêzê ûr’isêtî xevata avakirina fir’egeha Stêp’anakêrtê bêy navbir’îbûn hatîye kirinê, lê we’dê vekirina wêyî konkrêt k’ivþnebûye.