PoliticsTop

10 “Bayrak’t’ar”-a zêdetir hatne hingavtinê: Hovhannîsyan- derheqa abf û e’skerê xilazkirîda

A. Hovhannîsyanê wek’îlê wezareta Ermenîstanêye X wexta qisa R’ewanêda qewimî e’lamkir, wekî r’ojê þêr’ qewata ermenîye sîlih’bûyî 10 “Bayrak’t’ar”-a zêdetir hingavtîye.

“Saxî- “bayrak’t’ar”-ê deranîna meha sala 2020-îye îlonê bûne”,- Hovhannîsyan got.

Diha zû Þ. Stêp’anyana zarbêja WX fotoþiklê “Bayrak’t’ar”-ê nav 24 seh’etê derbazbûyî hingavtî belakiribûn.

We’kîlê WX wexta qisê bi dayîna cava pirsa “Spûtnîk Armênîayê” ew salix înk’arkirin, wekî k’oma  e’skeraye ij 170 kesa ce’nûba Arsaxêda hatîye xilazkirinê.

“Carna dive, wekî wexta pêþdaçûyîna e’skerê me qölixçîyê e’skerîyê ij t’elê yan sit’arê têne derxistinê, lê r’eqema hemane mezin îht’îmal nîne. Ez r’eqema konkrêt nikarim bidime k’ivþê, lê hejmar ewqasî mezin nîne”,- Hovhannîsyan got.

Ewî sa jî t’emî da civakê dîna xwe bidine her t’enê salixdayîna r’esmî.

“Ez gönek’arkirinê baþqe-baþqe dibihêm- veþartina tiþtekî, yan negotinêda. Dewsa r’ûniþtina pey monîtorê qewatê sîlih’bûyîva cemvin û bi ç’e’vê xwe bivînin, wekî em tiþtekî venaþêrin”,- wek’îlê WX got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button