Govekê t’ivdîra “Gilîyê e’ynatê çapgrîyêda”, k’îjan hindava fonda Hrant Dînk’da mîaserdive, gotara bi sirê t’eþkîlbûye û belabûye. Wêda h’ecim û qedera gilî t’emsîldive, ya sala 2019-a derheqa k’omê ÿt’nîk, olî û ê dinda çapgerîya t’irkîda gilîyê wergirtin yan belakirina e’ynatê. Bona gotarê 4364 miqalê çapgerîyêda hatne lêk’olînkirinê. Ij wan nav 1089 miqala gilîyê e’ynatê mewcûdbûye miqabilî k’omekê zêdetirva hinartî. K’ivþdive, wekî xölese derheqa 80 k’omê baþqe-baqeda 5515 gilîyê e’ynatê hatîye xevtandinê.
K’om, wekî bûne hedefa gilîyê e’ynatê, sirêdor, ev dîmena wan heye:
*ermenî- 803 gilîyê e’ynatê
*Sûrîayî- 760
*Yûnanî ê Yûnanstanê)- 754
*Cihû- 676
*Yûnanî (ê T’irkîayê, Qibrisê û din)- 603
*Xaçp’arêz- 334.
Ermenî lap ze’f miqalê bi t’êma delîvê Xocalûyê û Qir’a ermenîya hedefdivin, k’îjanada heycar e’ynîdivin yan t’eþkîleta “Firqa k’ördaye p’alaye” e’skerîyêsîasîyê û ASALA-êva têne girêdanê. Ermenî isa jî h’emtêk’sta miqabilîhevbûna t’ev Adorbêcanê heyî dijmindivin.
Xölese 51%-ê gilîyê e’ynatê çapgerîya bi masþtaba cî, lê 49% cimhöryetêda belabûye.
Ij mecalê çapgerîya bi me’na cimhöryetê gilîyê e’ynatêyî herîzef r’ojne’ma “Ênî Ak’it’”-êye binxetbûyîye miletçîtîyê daye xevatê- 263 delîv.
Pey wêr’a r’ojne’mê “Ênîçag’” (155 delîv), “Dîrîlîs p’ostasî” (131), “Mîllî gazêtê” (123), “Mîlat’” (118) tên.