SocietyTop

Lêonardo Da Vînçî û Ermenîstan

Ser hine p’arê mîrat’a Lêonardo Da Vînçîyê qadir, zane, bîlane berç’e’v îzê ermenî hene? K’îjane h’îmêfikirmîþbûna  vî cûr’eyî? K’itêvxana Mîlanêye Ambrozyanaêda p’ara mîrat’a Lêonardoyê K’ibîre destnivîsare h’îmlî tê xweykirinê. Isa jî destxeta bi navê “Ne’ma ermenî” nav wane.

Lêk’olînkirina destxetê Lêonardo þöxölê çetin û girane, ewî ij milê r’astê ç’ep dinivîsî, e’seyî tiþtekî e’yannebûnê nivîsarêda dihêle, tiþtekî xalifandinêye, bile qestbende þaþî dikir.  Bona xwendina destxetê Lêonardo jî mecalê  mixfî gere bidî xevatê, bi neynîkê gere bixûnî, wekî din.

Lêbelê, destxetêda aþkela derheqa welatê meda tê xeverdanê. Bile li r’ûyê destxetêyî dinê p’areke xerîta Ermenîstanê cigîzkirîye.

Pirs ewe, wekî nav davînçînasîêda saleke serhatîya e’mrê wî- maweya navbera salê 1481-82-ada, vekirîye. T’ö cîya k’ivþnave, k’a ew wî çaxî k’îderêbûye û çi kirîye. Tê bêjî havîna sala 1481-ê e’mrê wî r’adiweste û her t’enê ij payîza 1482-a didome.

Lêk’olînkirinê bi r’êç’a Da Vînçî tînne li Ermenîstanê. Seva wê yekê hima ynî “Ne’ma ermenî” h’îme.  Ewê Lêonardo “sölt’anê Babêlonêyî pîroz, dêvadarê Sûrîaêva dihinêre”. Çima Babêlon?, Babêlon k’îjane? Nav e’debyeta sedsalîyê navîn e’detî Qahîrê navdikir Babêlon. Mesele- Marko Polo nav xevata xweye “Mîlîon” bi nivîsarap Babêlon- gilîyê wî derheqa p’ayt’extê Misirêdaye. Lê dêvadar xevera farisîye, k’îjan h’esavdive kesê qölixçî- k’oþka Misirêda.

Wan sala Kîlîkîa, lê isa jî Sûrîa, hindava mamlûk’ê Misirêda idî zevtbûyîbû. Pêr’a jî qezîya dak’ötanê t’irkê osmanî mewcûd bû. Bi h’esavhildana dereca xilazîyê- h’ökömeta Misirê Lêonardo çawa arxîtêktor- çîredest t’eglîfdike, wekî  xevata înjênêrîyê bike û kelayê r’exsînor meh’kemke. Û bi vî meremîye, awa, wekîLêonardo diçe Kîlîkîayê, paþê, îht’male, tê Ermenîstanê.

Derheqa vê yekêda ne’ma xweda hima e’frandar xwexa gilîdike. Ew bi r’engê r’eþ ser k’ag’eza sipî dinivîse, wekî- ez çûme Ermenîstanê, ez li vî, wî warêjîyînê qesidîm. Ew derheqa ç’îayê Tavrosêda xeverdide. Bile nav ne’mê cig’îzþiklê ç’îya hene, isa jî- þiklê lêyê. Paþê h’emû tiþtî hûrgilîdike: gilîdike, wekî k’etîye belayê- nav e’rdh’ejê. Wesifdike, k’a çawa e’rdh’ej bi lêmiþtê hevr’êbû, wekî meriv- jin yan mêr, mînanî kerîyê bizina dêrada sit’ardibûn. Lo hila- dide k’ivþê, wekî xwexa jî t’ev wanbû. Paþê divêje- h’erke berê binecîyadijmintayî wîr’a dik’iþandin, paþê dema belayê derheqa wê yekêda bîrkirin. Û h’erke k’omeka wan nînbûya, ewê k’ese bidelyana.

Niha- ev çi e’rdh’eje? Nav t’arîxa e’rdh’eja ewqasî jî delîv t’inene, çaxê ew bi lêmiþtê hevr’êvin. Lê delîla heman welatê meda hima wê salê- sala 1482-a bûye. E’rdh’ej þeherê Êrznkayêda dive, paþê Tavros dih’edime û t’ije ç’emê Feratê dive, û eva xilazîyê t’emamîya þeher werdide. Lê k’a çima Lêonardo û merivê wî dijminê binecîabûn, me’nî aþkelaye: h’erke ew bi  t’emba misirîya virabûn, dêmek, seva ermenîya gere dijmin bihatana serwextibûnê: ne axir Kîlîkîa hindava Misirêda zevtkirîbû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button