SocietyTop

800 malê ÿzdîya zêdetir t’erka çadirgeha li ç’îyayê Þengalê da

Van çend h’evtyê xilazîyê 800 malê ÿzdîya zêdetir t’erka  çadirgeha li ç’îyayê Þengalê da û paþda veger’yane malê xwe, derheqa vê yekêda dewsgirtîyê qaymeqamê qeza Neynewayê e’lamkir.

E’lî Omer “Bas nyûz”-êr’a gilîkir, wekî hejmara ÿzdîya, ê kö r’ezedilî paþda vedger’ne Þengalê, zêdedive, nenihêr’î pirsgrêkê bêqezîabûnê û t’inebûna xizmetk’arîyê dîwanî li þeher, wekî h’ökömeta Îraqê soz dabû wana safîke.

Çadirgeha Serdeþtê, wekî li ç’îayê Þengalêye, cîkî pêþinbû, wekî bi h’ezara ÿzdî pey wê yekêr’a r’evîne wira, çaxê sala 2014-a DΠþeherê wan zevtkir.

Omer got, wekî çadirgeh, çawa hîvîyêne, h’etanî serêsala îsalin seranser wê bê azakirinê, pey k’îjanêr’a h’ökömetê r’esmî ewê dade.

Ewî þirovekir, wekî h’ökömeta Îraqê soz daye þeher bide dasekinandinê, bêqezîabûnê bilindke û ardimîya p’eretî bide mala, k’îjan paþda veger’yane malê xweye li Þengalê, lêbelê ew soz  hila hê nehatîye qedandinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button