
Dest kêmbûna dereca ava gola Wanê kela ermenîye t’arîxî dîharbûye. Derheqa vê yekêda “Ermenîhabêr”e’lamdike.
Hîn Arç’êþ, p’areke k’îjanê îro navdive “Çêlêbîbag’”, sala 1841-ê dest bilindbûna dereca ava gola Wanê bere-bere hatîye t’erkdayînê û derbazî bin avê bûye. Paþê destqörlixîyê dereca avê kêmbibû û “þeherê bat’mîþbûyî” derk’etîye li r’ûyê avê. Mal-avayê þeher ij e’rdh’eja Wanêye sala 2011-a ÿp’êceyî ziyanê k’etibûn.
Bi t’ehwîlkirina kovara t’irkîye “Yênî Þafak”-ê- niha careke din dest qörlixîyê dereca golê bi dö mêtra kêmbûye û encamêda k’elefê kela Arç’êþê bûne ê dîtinê.
Sêlahat’t’în K’oþarê îzger’-nivîsk’arê t’irk nav pirsqisê, k’îjan daye kovarê, e’lamkirîye, wekî p’areke kelê gere bê dasekinandinê û wergöhêzî merk’eza seyremîþbûnêve.
Em bidine k’ivþê, wekî kela Arç’êþêye ermenî salêp’adþatîya Wanê avabûye.
T’irkîaêda h’etanî îro derheqa mal-avayê kela Hîn Arç’êþê û mizgevta qedîmda tê xeverdanê, lêbelê derheqa mewcdûîya dêrêda qet nayê e’ne’nekirinê.
Em bînne bîr, wekî ij nîvê sedsalîya 18-ayî döda, dest bilindbûna dereca gola Wanê Arç’êþa qedîm bere-bere derbazî bin avê dive û ij nîvê sedsalîya 19-ayî döda avayî, dêr, malê wêye jîyînê û þênîyê din idî nedihatne xanê. Her t’enê wexta p’êldayînê berk’, çaxê p’êlê golê paþda vedik’iþyane berva k’ûrayê, sûrê wêye p’arastinê û bermayê minarê wan dihatne xanê. Pey bin avêda ç’e’lbûna Arç’êþa t’arîxîr’a, ij wê h’evekî berva þimalê, warê diha bilindcîda þeherê bi navê Akansê (Nor Arç’êþ, bi t’irkî- Ÿrcîþ) avakirine.