
Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE derheqa pirsa dirêjkirin-dirêjnekirina we’dê h’alê sirêderda xeverda.
Wexta qisa pey r’ûniþtina h’esasxanê t’ekþîlbûyîr’a Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkir, wekî lap îht’îmale, wekî we’dê h’alê sirêder wê bê dirêjkirinê.
“Îht’îmalîya dirêjkirina we’dê sirêder ze’f mezine. Ez difikirim, wekî h’alê sirêder wê bê dirêjkirinê”,- P’aþînyan got.
Em bînne bîr- ij 16-ê meha adarê Ermenîstanêda h’alê sirêdere. H’ökömeta CE r’ûniþtina h’ökömetêye 14-ê meha gölanêda qirarkir h’alê sirêderî bi meremê betalkirina koronavîrûsêva girêdayî bi mehekê jî dirêjke. Ewê h’etanî 13-ê meha h’ezîranê- seh’eta 17-a nav wê hejmarê,bik’þîne.Þertê h’alê sirêderî dirêjbûyî t’esmîlî göhastinê berç’e’v bûne. Îzna gele þöxölvanîyê malhebûnîyê hatîye dayînê, lê de’wê e’seyî hatne têr’adîtinê.
18-ê meha gölanêda Ermenîstanêda isa jî transporta civakî dixevte, lê siyar û avtoajo gere e’seyî bi niqaba p’rastinê û lepikavin.
4-ê meha h’ezîranêda göhastin û t’amkirinê serr’astkirinê wexta h’alê sirêder xevtandinê k’etine nav qewatê. Warê civakîye vekirîda her t’enê zar’ê h’etanî 6 salî, çerxeçî û ê te’lîmê bedenî dikin, dikarin niqabê girênedin.







