
Nîkol P’aþînyanê serekwezîr e’yda Cimhöryetêva girêdayî gilîyê bimbarek-pîrozkirinê hinartîye:
“Cime’ta delal,
Bajar’vanê CE-êye k’öbar,
Bajar’vanê Cimhöryeta Arsaxêye k’öbar
Ermenîyyê maciratêye k’öbar
Ez me giþta e’yda Cimhöryetêva girêdayî bimbarek-pîrozdikim.
15-ê meha sala 1918-aye gölanê pey zevtkirina Alêk’sandrapolêr’a, 21-ê meha gölanê qewatê t’irkaye pêþp’arêz giîþtbûne göndê Serdiravê û meriva t’irê- ewê e’seyî bik’evne Ÿcmîazînê û R’ewanê, û p’ara ermenîaye mayîn jî wê t’esmîlî t’önekirinêve.
H’al ê oxirmê giran bû. Lê dazimbû r’avne p’îya- bi lap civandina qewatê derk’evne miqabilî ÿrîþa mirinanînê. Û gendî Aram Manûkyan bû bedenkirina r’öh’, h’emd û qewata ermenîya, Aramê t’imê e’dil û meh’kem wan r’ojê bêgömanîyê digot: “Berva þöxöl û xevatê, û emê alt’indarvin”.
Bêgömanî zûtirekê wergöhêzî r’öh’darbûnê bû. Þer’ê Serdiravê, Baþ-Aparanê û Qerek’ilîsêye mêrxasîêda cime’ta ermnîya cîyê xwe ser xerîta dinîayê dayîm meh’kem nivîsî: saya alt’indarîyê meha gölanêye, wekî CE hate e’frandinê.
Mêrxasê Serdiravê, Baþ-Aparanê û Qerek’ilîsê bûne e’frandarê serbestîya Ermenîstanê. Sivha’na dayîm Aram Manûkyan, T’ovmas Nazarbêkyan, Movsês Sîlîkyan, Dro, Njdêh, Danîêl û Pog’os P’îrûmyana, Cangîr ag’ayê fermandarê k’oma ÿzdîaye sîyar, t’emamîya ordî û r’ezedilvanê ermenî, r’öh’anîyar’a, ê kö sîlih’ dêstda þer’dikirin.
T’opraxa Êr’ablûra îroye sala 1918-ada bi pêþdestîya Aram Manûkyan weke 1500 jin û mêr dixevtîn, wana qeleçe meh’kemdikirin: Êr’ablûr xeta þeherê R’ewanêye p’arastinêye xilazîyêbû. Þer’ê Serdiravêyî alt’indarîyê R’ewan ij zevtbûnê h’evskir, lê Êr’ablûr sala þönda bû h’eca xweþivêt- bîranîna mêrxasa bînne bîr, ê kö e’mrê xwe p’êþk’êþî azaya seva Arsaxê kirin.
Îro em aminê anmet û wesyetê Serdiravê û Arsaxêye alt’indarîyêne, em bawerin- Ermenîstana meye miraza wê heve- heq, bêy zordestîyê bi civaka e’frandar, k’îjan qesta pêþdaçûyînê û wergöhastina dike, bi malhebûna qewîn û bi ordîya diha qewat û h’emzemanî.
Wet’enwarê delal,
Aram Manûkyan digot: “…hûn gere bizanvin, wekî bêy we ez bêqewatim. Mêrxas cime’t xwexaye û h’erke hazirîya cime’tê heye… bixevte û ermenîya ij bat’mîþbûna pêr’agihîþtinê xilazke, dêmek xevata min û ê gelekê mînanî min wê bêfeyde derbazneve”.
Dêmek t’evayî berva þöxöl û xevatê, berva Ermenîstana mirazê me.
Ez bawerim, bajar’vanê CE-yî alt’indar idî t’ö wexta wê îzna indabûna dewletê yan bajar’vantîyê, indabûna serbestîyê û heq, bawerîyê û xweþbînîyê nede.
CE ser t’opa dinîayê gere dayîm heve, beyraqa Ermenîstanê h’eta-h’etayê gere bimilmile- bi r’emzîkirinê r’öh’ û k’öbarîya me, azayî û serbestîya me.
Dêmek- bijî Azayî,
Bijî CE,
Bijî Cimhöryeta Arsaxê,
Bijîn mêrxasê Serdiravê, Baþ-Aparanê, Qerek’ilîsê.
Bijîn bavê Cimhöryea E’wile h’îmdar.
Û em û zar’ê me bijîn, wekî em Ermenîstana aza û bextewarda dijîn û emê bijîn”.