SocietyTop

Niqabê deranîna ermenî: Fabrîka Tavûþê lez hatîye veprofîlkirinê

25-ê meha gölanêda “r’êjîma niqaba” wê e’melbike, lê seva wê gere kêmasîya niqabê p’arastinê t’ineve. K’a cîdereca niqabaye Qafqasîa Ce’nûbêdaye heregir çawa dixevte,  dîna xwe vîdomada meda  bidinê.

Cîdereca k’arbidestaye göndê olk’a Tavûþêyî Arsvabêrdêda weke dö h’evatya pêþda veprofîlbûye û bûye cîdereca niqabê sêtaye doxtirîyê. Dengê dem-dezga vira 24 seh’eta ker’nave. Herr’o 300 h’ezar niqab têne hazirkirinê

“Fe’mdarîye, pirsgirêka  meye sûka firotanê t’ine, lo hila em ij Amêrîka Ce’nûbê û Avropayê t’emba distînitn. Lê hila hê em didine sûka cî, wekî dîsa kêmasîya niqaba pêþda neyê”,- Mîk’ayêl Êzêkyanê serwêrê hevaltîya “Tavûþ têk’stîl”-ê gilîkir.

Niha îdarexanêda qinyatê israîlî û ûr’isîyî wesifbilind didine xevatê. Xwebahê her niqabekê 110 drame, lêbelê dermanxanada bahê niqaba sêta lap kêm 230 drame. Êzêkyan serwextdive, wekî seva mala çar neferê k’ir’îna niqabaye bi bahê heman, ew jî þertê boranêda, sevabyûcêya malê giranîya mezhine. A lema hevaltî dicêr’bîne qinyatê diha arzan, lê bi wesif bik’ir’e, wekî bahê niqabê derangîna ermenî kêmve. 

Cîderecêda bi sirêgöhastina sêcare 180 meriv dixevtin. T’emam binelîyê cîne. Her xevatçîk herr’o weke sê h’ezar niqaba didrû. Aylixa xevatçîaye ort’e 150 h’ezar drame. Seva Tavûþa r’exsînor eva r’eqemnîþa baþe. Lê h’erke lev tê plana deranînê biqedînin- r’ojê 3700 niqab, dêmek xevatçî bonûsa distîne.

Em bidine k’ivþê, wekî 25-ê meha gölanêda xwekirina niqabê wê e’seyîve, nav wê hejmarê- ware civakîda. Angorî qanûnê- delîva t’inebûna niqabê warêcivakîda cirma 10 h’ezar drama gefa bajar’vna dixöe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button