SocietyTop

Ermenîstanêda têr’a divînin herr’o h’etanî 3000 t’êstê zedeqirarkirina koronavîrûsê hazirkin

Vê demê cêr’ibandinê t’êstê zedeqirarkirna koronavîrûsê bawerbike xilazbûne. Bi merh’ela döda t’êstê ser nimûnê ij nexweþê bi koronavîrûsê hildayî bêne cêr’ibandinê. Înstîtûta bîologîya molêkûlîyê ij h’evtya tê wê destbi deranîna t’êstê zedeqirarkirina koronavîrûsê bike. Salix Arsên Ar’ak’êlyanê serwêrê înstîtûtê e’lamkirîe.

Bi gilîyê wî- t’emamîya dinîaêda belqîtk beladive, çi h’esavdive, wekî her welatek seva r’azîkirina lazmayê arizî t’emamîya r’êsûrsê îht’îmal gere bide xevatê. 

“Ermenîstanêda seva destpêkirina deranîna t’êstê zedeqirarkirina koronavîrûsê komponêntê meye lazim t’inebûn, a lema me ij hevaltîyê baþqe-baþqe t’embekirin, û me destpêkir em li vira t’êstê berevkin. Niha seva deranîna 100 h’ezar t’êsta h’emû tiþtê me heye. Gömana mine mezin heye, wekî ij h’evtya dinda emê destpbi deranîna t’êsta bikin. Em têr’a divînin herr’o lap kêm 1000, lê lap zêde- 2000-3000 t’êsta hazirkin”,- madeya h’ökömetêye belakirîda Ar’ak’êlyan divêje.

Bi gilîyê wî- bile wê r’ewþêda t’êstê Ermenîstanêye diha destgihîþtinê wê hevin, ne kö, k’îjana h’ökömet dest tîne.

“Vê demê cêr’ibandinê höndör’ me bawerbike xilazkirine. Bi merh’ela döda emê destpêbikin ser nimûnê nexweþa bicêr’bînin, pey k’îjanêr’a t’êsta hindava meda berdayî înt’amkirina cêr’ibanbinêye serbest wê derbazve”,- ewî gotîye.

Weke 30 meriv ser vê berne’mê xevitîne, ij k’îjana 10- ser cêr’ibandina. Çaxê sirê bigihîje deranîna t’êsta, înstîtûtêda bi sirêgöhastinê wê bixýevtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button