SocietyTop

Nîkol P’aþînyan: “Ûr’isêtêda wet’enwarê meye p’ir’hejmar hene, wekî tên. Giþtê jî bên

Wexta qisa t’ev Davît’ Harût’yûnyanê heqp’qarêz, ê kö alî ermenîya dike, ê kö dixwezin paþda veger’ne Ûr’isêtê, Nîkol P’aþînyanê serekwezîr ij avayê h’ökömetê derk’ete derva û nêzîkî me bû. BI têderxistina qisa h’ecimbûyî- serekwezîr haþ pirsgirêkê hebû. Bi nêzîkbûnê- Nîkol P’aþînyan e’wil e’þiratî da ê heqp’arêz û merivê t’ev wî, wekî niqaba  p’arastinê xwenekirine, paþê got: “Ez jî we ze’f h’izdikim, lê gere miqatî qanûnê bêqezîabûnêvin. Ez pirsgirêka we zanim, we serwextdivim, lê hila hê pirs hene”. Bajar’vana careke din anî bîra serekwezîr, wekî weke 300 kes dixwezin paþda veger’ne li Ûr’isêtê, û ew hazirin 87 avtomaþînê þexsî bidin û k’îsî xwe çixarê bikin. Davît’ Harût’yûnyanê heqp’qarêz, bi kirina qesta serekwezîr, got: “Em hîvîdikin- t’ev Görcistanê xeverdin. Eva pirsgirêka dîwannasîêye. H’erke wezîrê meyî k’arê der dîwannasekî baþe, dikare pirsê bive sêrî. Lê, em divînin, wekî her t’enê tö dikarî safîkî”. Yekî hazir jî serekwezîr da pêh’esandinê, wekî jin û zar’ Ûr’isêtêda mane û dest hewêda mayîna pirsgirêkê idî h’îmê malê xiravdive”. “Ar’avot.am” ij serekwezîr pey e’ne’nak’et: “Maqûl P’aþînyan, t’ö t’emîyê nadî, wekî wet’enwarê me dewsa dûrk’etina ij Ermenîstanê malê xwe axirsongî paþda veger’înne wet’en?”, çawa cav serekwezîr got: “Çawa em t’emîyê nadin? Ûr’isêtêda ÿp’êce binelîyê meye ij Ermenîstanê hene, ê kö tên. Ez bawerim, wekî ewê jî bên”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button