SocietyTop

Ÿzdîyê p’enaberr’a alîk’arî lazime

Ÿzdîyê p’enaber, ê neh’îyê Þrî-Lankîêda/R’es-e-E’ynê, ê kö Xasakayêda mek’t’eva «Al-Nîtakayn”-êda dijîn, dest xizmeta xirav û t’inebûna alîk’arîyê, wekî t’eþkîletê merivdostîyê didine wan, dizêrin.

Mek’etevêda sî malê ÿzdya dijîn, ê kö ij þeherê Þrî-Kanîyayê/R’es-al-E’ynê û ij gönd û warê wê meha sala 2019-aye çirîa pêþin, pey e’melê þêr’r’a, hatne cîgöhastinê, k’îjanî gîhande cîgöhastina bi deha h’ezara meriva.

Bajar’van ê ij neh’îyê Þrî-Kanyayê/R’es-al-E’ynê û Karî-Sbêyê/T’al-Abyadê û  ij gönd û warê wanin.

Möstefa Qaddû, yekî ij cîgöhastîya, ê kö mek’t’evêda dijî, divêje Ÿzdînê: “Sîwsê cîgöhastîya mek’t’evêda ij serê îsalinda t’ö alîk’arîke erzaqê nestendine, û wekî, nenihêr’î li t’emaþekirina serwêrtîya bi þöxölê alîk’arîya sosîalîêye li Al-Xasakayê, k’îjanê soz da ardimîyê bide me, lê r’astîyê tiþte jî nehate kirinê, û em bêk’omek man”.

“Seh’eta qerewiltîyê, ya dest koronavîrûsê r’ik’inkirî, bi cûr’ê xirav h’ökömê xwe ser e’mrê kesê cîgöhastî hiþt, çimkî p’ir’anîya meriva, ê kö serbest dixevtin, mehekê zêdetir t’erka xevata xwe dan”,- Kaddo got, bi kirina bangînê li meqametê “xweyr’a” k’omekê bidine binelîyê mek’t’evêye cîgöhastî.

Sirîyaî xweda, H’sen E’lî Îsmaîlê bajar’van, divêje: “Berê min barê qöriþek-dödö bona e’bûrê mala xwe qazincdikir, herr’o dixevitîm, lê dest seh’eta qerewiltîyê min t’erka xevata xwe da, em nikarin her’ne xevatê, û me nav weke pênc meha ij t’ö t’eþkîletekê t’ö ardimîk nestendîye”.

Alîyê dinva, Ÿyda Ah’med Þêyxoya bajar’van þirovedike, wekî “mecalê hîgîêna-t’emzaya þexsî û stêrîlîzator me eva çend mehene nestendine, k’îjanê ew mecbûrkirine cîda bixevtin, wekî mek’t’evê seranser biþon û t’emizkin, bi kirina h’evsa xwe ij beloqîtka koronavîrûsê, çimkî p’ir’anîya binelîya- zar’in”.

“T’emamîya binelîyê mek’t’evê h’esavdivin ê ij malêk’esîv derk’etî û nikarin e’bûrê xwe bikin, çimkî angorîseh’eta qerewiltîyê nikarin her’ne xevatê. Zar’ isa jî ij xwendinê me’rimbûne, nav wê hejmarê ê k’omê ort’e û bilindda hîndivin”,- ewê serda zêdekirîye.

Ardimî, wekî t’eþkîletê merivdostîyê didane merivê cîgöhastî, serê îsalinda hate bir’înê, k’îjanê seva e’mrê merivê cîgöhastî- angorî seh’eta qerewiltîyê, þertê giran e’firandin.

Sirîya xweda, Moh’emmed Seîdê bajar’van (70salî)diwek’ilîne, wekî “ardimî, k’îjan wana h’etanî serê îsalin distend, seva wan baþ û bes bû, lê ew ardimî hate bir’înê, û her t’enê nan û av digîhandine wan- bin r’onkaya þertê malhebûnîêyî giranda, alîkîva, û qîmetê xöreke giran, alîkî dinva”.

“Hine merivê cîgöhastî h’ewcê dû-dermanane, lê derman, k’îjana ew distînin, bi analgêtîka sînordivin, lêbelê ew  h’ewcê doxtirîêye bi þertê fînansîêye giran pey wê yekêr’a, çaxê wana dest þêr’ t’erka mal-h’alê xwe da”,-Moh’emmed Seîd got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button