SocietyTop

H’ökömet ker’evatê nexweþê bi koronavîrûsêye nexweþxana zêdedike

Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE got, wekî ij 1-ê meha adarê virdatir Ermenîstanêda weke 6000 meriv hatne xewlekirinê. Idî 600 cî jî seva qebûlkirina xewlekirîyê t’eze hazirin.

-Sirîya koronavîrûsêye e’wilda CE-êda weke 300 cîyê nexweþxana pênc bare hatne zêdekirinê û niha 1500 cî hene. Îro ij membera Civata CE-êye Miletîyê ev r’eqem Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE- wexta t’emsîlkirina got’ara salewextêye derheqa encam û qedandina berne’ma h’ökömetêye sala 2019-ada e’lamkir.

150 ker’evatê din jî, bi gilîyê P’aþînyan, tê têr’adîtinê van r’oja t’esmîlî xevtandinêkin.

“Pêþtirî vê, me seva delîvê asîmptom 600 cîyê mêvanxane-nexweþxana hazirkirine. Hûn zanin, wekî p’ir’anîya delîvê me nexweþin, lê t’ö sîmptomeke wan t’ine. Yanî- ne dik’öxin, ne germa wan heye, lê belqîtkbirin. Nisbetî wan sîasîa me ewe, wekî ne kö em wana qenckin, lê em xewlekin, wekî ew kesî belqîtnekin”,- serekwezîr got.

Bi gilîyê wî- 300 cî jî seva wan kesa hatne hazirkirinê, ê kö t’ev belqîtk’etîya hevsûbûne- seva xewlekirina kontaktvana. Ewî e’lamkir, wekî ij 1-ê meha adarê virdatir 6000 meriv hatne xewlekirinê.

Em bînne bîr, wekî Ermenîstanêda hejmara ê koronavîrûsê k’etî vê r’oja xilaztîyêda bi 163-a zêdebûye û bûye 2782. Ij koronavîrûsê delîva mirinêye t’eze nehatîye tênivîsarê.

Vê demê bi delîlî 1600 meriv qencdivin, 26.928 t’êstkirin hatne kirinê, ij belqîtbûya 1135 p’akbûne. T’omerî, 40 delîvê mirina ij nexweþîya koronavîrûsîyê û 7 delîvê mirinêye ne k’ese hatne tênivîsarê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button