PoliticsTop

Bêqezîabûn û serbestîya Arsaxê t’esmîlî bazarkirinê nînin”: Bako Sahakyan

Sedrê Cimhöryeta Arsaxê daye k’ivþê, wekî wê bidûmînin cefê bivînin seva bi r’iya e’dilî safîkirina pirsgirêkê- bi xweykirina semt’girîya arizî.

Hevalk’arê CE idî r’esmî e’lamkirine, wekî t’emesûka tê e’ne’nekirinê, t’ine, û derge-dîwanê Arsaxê wê bidûmînin jêhatina sîasîyê bidne xevatê, lê isa jî pêþe’nîya t’omerîye h’emmiletîyêda xevatê bidûmînin, k’îjan t’ev t’eþkîleta vê yan wê þöxölvanîyê mîaserdike.

Bi e’lamkirina “Armênprêsê”- derheqa vê yekêda îro wexta r’ûniþtina Civata Cimhöryeta Arsaxêye Miletîêye cemkirina t’amda Bako Sahakyanê sedrê Cimhöryetîa Arsaxê Bako Sahakyan e’lamkirîye- bi paþdaveger’andina ser wê e’lametîya Sêrgêy Lavrovê wezîrê T’ifaqdarîya Ûr’isêtêyî k’arê der, wekî t’ivdîrê þaxê serr’astkirinêye bi merh’elaye t’exmînkirinê t’emsîlî alîyê miqabilîhevbûna Qerebag’ê bûye.

“Wexta xeverdana derheqa pirsgirêka Qerebag’êda- em derheqa yazîya xweda xeverdidin. T’emamîya dik’ada, wexta t’emamîya r’asthatina, nav wê hejmarê wexta r’asthatinê t’ev h’emsedrê k’oma T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya Avropaêye Mînskê, mecala min hebûye ez nezera welatê me t’emsîlkim. Gele cara cime’tî min e’lamkirîye, wekî ez qedrê wê r’esûltîyê digrim û ezê bigrim, k’îjanê k’oma T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya Avropaêye Mînskê mîaserdike, çimkî h’esavdikim, wekî e’dlaya nisbetî isa jî saya r’esûltîya wan tê ewlekirinê”,- Sahakyan gotîye.

Sedrê cimhöryetê e’lamkirîye, wekî r’asthatinê qewimî h’alê qedirgirtina döalîda qewimîne, wexta k’îjanî ewî daye k’ivþê, wekî bêqezîabûn û serbestîya Arsaxê ê t’esmîlî bazarkirinê nînin.

“Nav van sala em t’ö cûr’eyî çawa ij semt’girîya xwe, isa jî e’sasê xwe þaþnebûne. Miqabilîhevbûna adrbêcanî-Qerebag’ê, bi bawerîa mine k’ûr, pirsgirêkeke dinîaêye hereçetine, k’îjan de’wê p’ir’hejmar hildide nav xwe, û em borcdarin, bi h’esavhildana wî h’emûþkî û bi girtina qedrê k’ara civaka ort’emiletîyê, pirsgirêkê bi r’iya e’dilî bigihînne safîkirinê- lêbelê bi berdewamkirinaem semt’girîya xweda bimînin. Me  qedrê ev yan ew pêþdanînê h’emsedira girtîye û emê bigrin, cefê wanî sadiqî serr’astkirina miqabilîhevbûnêva hinartî”,- sedrê Arsaxê serda zêdekirîye.

Em bînne bîr, wekî Zohrab Mnasakanyan û Ÿlmar Memedyarovê wezîrê Ermenîstanê û Adrbêcanêye k’arê der bi vîdêop’evgirêdana seh’et nîvekî k’iþandî 21-ê meha nîsanê p’evk’etine pêvajoya hevr’axeverdana pêþda bivin.

H’etanî wê yekê, siva 21-ê meha nîsanê Sêrgêy Lavrovê wezîrê Ûr’isêtêyî k’arê der e’lamkiribû, wekî gava mîaserkirina qirara þêwra T’eþkîleta miletê yekbûîye bêqezîabûnêye hereferz qolkirina t’emesûka meha sala 2019-aye nîsanê Moskvayêda qebûlbûîye. Gilî derheqa wê t’emesûkêdaye, wekî meha sala 2019-aye nîsanê bi t’evbûna h’emsedrê k’oma T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya Avropaêye Mînskê wexta r’asthatina wezîrê Ûr’isêtê, Ermenîstanê û Adrbêcanêyek’arê der Moskvayêda hate qebûlkirinê.

Çawa cava wê, Zohrab Mnasakanyanê wezîrê CE-î k’arê der e’lamekiribû, wekî serr’astkirina e’dilî bi daxöarina döalî îht’îmale. Lê destvaçûyîn nebûne û wê nevin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button