SocietyTop

K’eremê K’eleþ Siloyanê bibûya 24 salî

Wê yekêva girêdayî bibihên p’arekê ij k’itêva​Tîgran Nîkog’osyane “…Û xeta me”

Van r’oja min k’itêva jorgotî ij e’frandarê wê p’êþk’êþ stend, k’îjanêda p’areke wa heye:

“Olk’a Aragasotnê þer’ê meha sala 2016-aye nîsanêyî çarr’ojêda sê köþtî dan, ij k’îjana yek jî K’erem Sloyanê ij Artaþavanêbû- birakî qeleçê,  ê kö ber mirinê r’û bi r’û sekinî, t’erka çawa qeleçê, isa jî Armênak Ûrfanyanê fermandar neda,  çimkî bi e’detê malê û miletîyê batinda isa hatbû t’erbetkirinê.

“Her mêrek ag’ê mala xweye, lê ew meriv ê kö qölixî  milet dike- mêrxase”,- mesela ÿzdîkî divêje. Benda ÿzdîkî ne kêm bedew û isa jî h’ewask’ar sewtdive:

Dilk’etîyê min birne ordîyê,

Ewî ij min r’amûsan xwest,

Min neda û nizam, k’a

Ez ewê seva k’ê xweydikim.

Lê ez T’êmûrê hevalê xweyî salê mek’t’evê, e’slê xweda ÿzdî û gilîyê bavê wîyî aqil tînme bîr, wekî ewî jî, k’ivþî heye, ij meznê xwe bihîstibû: “Berf dih’ele- ç’îa dimîne, E’sker dimire, nav dimîne”.

Hatîye qirarakirinê, wekî kabînêta mek’t’evêye e’skerînasîyê, li k’ö K’erem hînbûye, navê wî gere lêkin, lê  eywana mek’t’evêye Sivh’anêye e’melkirinêda, t’ev Martîn Hovhannîsyan, Hayrapêt Hayrapêtyan, Arayîk Hovsêp’yanê þeh’îdê gönd, isa jî  cîyê K’erem Siloyanî hörmetlî wê heve- t’imê derheqa ya serekeda bîne bîr. 

Lê paþê em r’astî Zêmfîra Xatîna nevîya Cangîr ag’aye ermenînas hatin. Ew  derheqa p’evgirêdan û eleqetê ermenî-ÿzdîkîda k’itêvekê seva çapkirinê hazirdike.

K’eþîþ Polo, Andranîk Zoravar, Cangîr ag’a, Mîr Îsmayîlê ewledê cime’ta çawa ermenî, isa jî ÿzdîye pêþewitîyê xêrxwezîya cime’tê ermenî û ÿzdîye mezinbûn. Îro jî zar bi zar derheqa xêrxwezîya Zoravar Andranîk û Cangîr ag’aye mezinda tê gilîkirinê. Sala 1904-a göndê qeza Bêrkrîêyî H’ezaranêda r’asthatina Cangîr ag’aye t’ev Andranîk ya yazî-miqederêbû: cahilê bi xeysetê xwe safî, dilovan, cöle’t û bêtirs Zoravar xweþ hat. Andranîk hazirî e’lamkir bive serde’watîyê wî. Ij wê r’ojêda jî xêrxwezîya wan destpêdive, k’îjan dör’yanê þer’k’arîya mêrxasîyê, ser r’ê-dirbê þêr’, wêrankirinê, macirîyê, derdayîna, þer’ê Baþ Aparanê û Serdiravêda t’esmîlî cêr’ibandinê bû.

Te’v e’skerê ûris-ermenî ÿzdî jî t’ev þer’ê Qersê, Sarîqamîþê divin- meseslê mêrxasîyê, canfîdawîtîyê didine k’ivþê. Seva e’fatîya wan þer’ada nîþandayî Cangîr ag’a layîqî xaçê Gêorgîêvîyê bûye.

R’asthatina Zoravar Andranîk û Cangîr ag’aye sala 1919-a, h’eyf, bû ya xilazîyê. Zoravar h’ewþa dêrêda pêþîya Cangîr ag’a û E’vdoyê sîlih’darê wîda çûye. Ew bi dilovanî h’evdö berh’emêz dikin û hevdö diqetin. Zoravar deste k’incê xas p’êþk’êþî ag’a dike. Sala 1920-î ne’mêda, k’îjan Zoravar ij Nyû York’ê Êg’îþê K’acaznûnîyê k’atvê xweyî þexsîr’a þandibû, ev xet jî hene: “Silav-k’ilavê dilovan Cangîr ag’a û xezûrr’a…”.

Cime’ta ÿzdîya, e’detê nisilê berînr’a amin, t’imê r’ex cime’ta ermenîya sekinîye- bi nîvîkirina çawa derd, isa jî þabûna wê”.

Bona 24-salîya K’eremê K’eleþ Siloyan we bihîstp’arek ij k’itêvat Tîgran Nîkog’osyane “…Û xeta me

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button