SocietyTop

Berbir’îbûna Nadîya Mûradê

Belabûna KOVÎD-19 mecalê dide civaka dinîayê göhdarîya e’wil bidine ser sag’î û h’alxwexþîya her merivekî. H’ökömet mecala qebûldkin bi þer’k’arîya miqabilî vê belqîtkê û mecalê p’arastina bajar’vanê xwe qebûldikin. Ev dikare we’dê çetinve, lê ew jî dikare h’esavve mecal, wekî merivayî pêþvantîyê xwe bigöhêze. KOVÎD-19 t’eþhîrdike, wekî em t’emam beremberin- belqîtk sînorê dinîanîgarîyê, medenyetî, malhebûnîyê yan ayîna dîn nasnake. Em bikarin bicivin û ij vê mecalê k’arêk’evin, wekî bi þûr’ekî xema her merivekî bixön.

R’aste KOVÎD-19 t’eþhîrdike, wekî em t’emam mînanî hevin, em borcdarin xwemikör’bên, wekî qezîayê, k’îjanê ew seva k’omê binelîaye berç’e’v t’emsîldike, ÿp’êceyî cödadive- k’omê binelîaye zedelêk’etinê t’esmîlî töriþkirina bilindbûyî divin.P’enaber û kesê höndör’da cîgöhastî çadirgehada dijîn, li k’ö dûrbûna sosîalîyê îht’îmîal nîne, li k’ö mecalê sanîtarîêye lazim t’inene û li k’ö derk’etina ij çadirgeha seva  paþdaçûyînê li cîyê bêqezîya li mala arizî k’ese îht’îmal nîne.

Ÿlê isa, çawa ÿzdî, ê kö çadirgehê kesê we’deloî cîgöhastîda dijîn, ber KOVÎD-19 ê diha zedelêk’etinêne.Ew þert-warê bînteng, e’k’sîsanîtarîêda dijîn. Hine çadirgehada bi h’ezara meriv ij destav, h’imam û kanîyê t’omerî k’arê dik’evin. Pirsgirêkeke din jî t’inebûna xizmetk’arîya doxtirîêye adêkvate çadirgehada.

H’etanî belqîtkê Îraq li pirsgirêkê sîasîê, malhebûnîyê û pirsgirêkê bêqezîabûnê qelibîbû. Ew pirsgirêk berdewaîmdivin. Ez zanim, wekî Îraq seva p’arastina bajar’vanê xwe mecala qebûldike, û ez wexta vê boranê ya herebaþ t’emamîya îraqîyar’a dixwezim. T’emamîya îraqîya seva þer’k’arîya vê belqîtkê h’ewcê alîk’arîyêne. Em h’ewcê wê yekêne, wekî civaka ort’emiletîy van r’ojê oxirmê giran piþta cime’ta Îraqê bigre û alî bike seva þer’k’arîya miqabilî vê belqîtkê zexîrê ewqasî lazim bide.

Min ne’me katvê T’eþkîleta sag’lemîxweykirinêye h’emdinîaêye sereker’a þandîye- bi hîvîkirina e’melê xwe t’ev derge-dîwanê Îraqê seva ewlekirina qebûlkirina mecalê konkrête seva p’arastina ÿzdîya û ÿlê dine t’emamîya welêtda cîgöhastî bike. Ÿzdî h’ewcê piþtgirtina h’ökömeta Îraqêne, civaka ort’emiletîêye van r’ojê oxirmê girane. Me sala 2014-a xiravî ÿzdîya kir. Werin em nehêlin t’arîx biwek’ile û careke din xiravîyê van binelîyê zedelêk’etinê bikin. Ÿzdî t’esmîlî qir’ê bûn û nav þeþ sala hatne cîgöhastinê, em nikarin îznê bidine KOVÎD-19 xevata DE’Îþ-êye bi t’önekirina civaka ÿzdîya bidûmîne. Nav vî we’deyî ez gazî giþta dikim hevr’a xemxörvin, bîra xweda xweykin, wekî t’emamîya meriva weke hevin, û mecalê bêqezîabûnêye lazim qebûlkin. H’erke hûn dikarin, wekî bêqezcîabûnêdavin. Werin em t’emam bicivin û em qezîya belqîtkê alt’kin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button