SocietyTop

Serþara Ÿcmîazînê erêkir- yeke bi koronavîrûsê belqîtbûyî binelîya þeherê wane

Dîana Gasparyana serþar t’emîyê dide  nesalixdayînê belanekin û qörfê nekne dilê xwe. K’arêketîk, ê kö nivîsara wêva dengvedaye, gilîkirîye, wekî 8-ê mehê þîranîyê kör’ê jinka belqîtbûyî bûye. Ij sê kesê bi koronavîrûsê belqîtbûyî her t’enê yek binelîya Ÿcmîazînêye. Me’lûmetîyê Dîana Gasparyana serþara Ÿcmîazînê e’lamdike.

“Ÿcmîazînîyê delal, h’emt’or’êda salix  belabûye, wekî xwedêgiravî ya döh tênivîsî- h’ersêkê bi koronavîrûsê belqîtbûyî jî ij Ÿcmîazînêne, lêbelê her t’enê yek binelîya Ÿcmîazînêye. Ez hîvîdikim cime’tê nexalifînin”,- belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda ewê nivîsîye.

Gaspapryanê isa jî daye k’ivþê, wekî pasîênt xewelbûîye,  goveka kesê t’ev wê hevsûbûîye îht’îmal safîdive.

“Ez t’ev Arsên T’orosyanê wezîrê CE-î sag’lemîxweykirinê nav  p’evgirêdanême û delîva lazimda ezê salixdayîna t’amkirinê bidim. Ez hvîdikim qörfê nekne dilê xwe, ferezî miqatî qirarê bêqezîabûnê û hîgîênayêvin”,- ewê t’emî daye.

K’arêk’etîya nivîsara wêva dengvedaye.

“Ew jinka belqîtbûyî ij k’ûça meye. Hatin, t’emamîya neferê malê birin. T’ev wê yekê 8-ê mehê þîranîyê kör’ê wan bûye. De îja bidine h’esavê xwe, k’a h’etanî birinê çend merivava hevsûbûye. Em t’emamîya k’ûçêva dilerizin”,- yekî nivîsîye.

Yekî din jî daye k’ivþê, wekî ditirsin zar’a biþînne mek’t’evê.

Em bînne bîr, wekî döh Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE e’lamkir, wekî Ermenîstanêda sê delîvê koronavîrûsêye t’eze e’yanbûne. Dödö bajar’vanê CE-ne, (45 û 27 salî) yek- Îtalîayê (51 salî), ê kö Ermenîstanêda dixevte. H’ersêk jî ij Îtalîayê hatine. Diha dereng Arsên T’orosyanê wezîrê sag’lexmîxweykirinê ÿfîra fêysbûk’êye k’eseda da bawerkirinê, wekî Ermenîstanêcda belabûna koronavîrûsê t’ine delîva h’ersê pasîêntê e’yanbûîda belqît ya destanînêye, h’al ya serwêrîkirinê dimîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button