SocietyTop

Heqê jinê ÿzdîya navbera berê û vê gavêda

koronavîrûsê belqîtbûyî hevbûsbûyîne.

Heqê jinê ÿzdîya navbera berê û vê gavêda

Ÿzîdî24-Xanan Þîvan

Madlên Mûrad, qîza ÿzdîya, “Ÿzîdî24”-r’a gilîkir: “Weke 100 sala pêþda çawa maþîne berbir’î jina dibûn, wana t’emamîya xevata malê dikir, zar’ mezindikirin, pêþtirî wê, wana alî mêrê xwe dikir, bi kirina xevata giran. Ew isa jî borcdaribûn k’incê e’detî wergirin, çimkî wana ew yek xwedikir, çi wana navdikir (k’ofî), li t’epa serê xwe, k’îjan ÿp’êce girane, û seva stûyê wan pirsgirêk pêþda dianî, evî cefayî weke 60 sala k’iþand, paþê hine jina qirarkir dewsa kofîyê þerfê li xwekin, k’îjan fesalbû. Û h’etanî  îro 50 selefê jinê mêrkirî þerfê xwedkin, çimkî ew hînî xwekirina wê bûne, lê isa jî hine jinê 60-80 salî hilê hê k’ofîyê dikine sere xwe, lê ij nisla h’emzemanî kes wan tiþta xwenake, pêþtirî hine jina, k’îjan wexta merasîmê e’detî xwedikin.

Naam, ya kö sala 1973-a ij diya xwe bûye, isa jî ya berê tîne bîr û divêje: “Berê nedihiþtin jin hînvin, hinek diçûne her t’enê mek’t’eva e’wil, wekî xwendinê û nivîsarê hînvin, nedihiþtin, wekî ew her’ne mek’teva ort’e û mestir, çimkî ewê tev kör’ikavin. Ez yeke ij wan jiname, min dixwest ez her’me mek’t’eva ort’e û xwendina xwe xilazkim, lê bavê min îzin neda min, çimkî seva jina þermbû nav mêra hînve, mala nedihiþt, wekî keç’ik xwendina xwe xilazkin, lê þer’k’arîya miqîmî gîhande wê yekê, wekî keç’ika îzna xweye  xwendinê stend, niha em dikarin jinê ÿzdîya îdarê h’ökömetêye baþqe-baþqe û qölixê baþqe-baþqeda bivînin.

Xanan Qasim, dîsa qîzeke ÿzdîya, ya kö t’ev “Ÿzîdî24” qisekirîye: “H’etanî sala 2014-a h’ökömê jina r’ojbir’oj zêdedibû, lê axirîya ÿrîþbirina DE’ÎÞ-êye ser Þengalêda, ew bûne qörbanê lape ziyanêk’etî, ew nav h’emû cûr’ê e’zeyata derbazbûn, ew hatne þöhörandinê, köþtinê, hineka xwe köþt, çimkî qîza nikarbû t’avê xwe banîya, û h’etanî niha 2000  jin û zar’ê ÿzdîya zêdetir hila hê hêsîrtîya DE’ÎÞ-êdanin. Nenihêr’î de’wamiqîmîye li h’ökömetê cî û ort’emiletîyê, heqê wan jin û zar’a heye paþda veger’ne li malê xwe, lê, h’eyf, em welatê kor’ûpsîaêda dimînin, li k’ö qölixçî, ê kö dikarin wana xilazkin, dizîyêva mijûlin”.

Xanan isa jî serda zêdekrîye “Bi ÿrîþkirinê DE’ÎÞ difikirî, wekî jina wê bikine hêsîr û wana wê paþda veger’îne we’dê bihörî, lê ew þaþbû. Bi wesfa meselê em divînin, wekî gele jin, k’îjanar’a li hev hat ij DE’ÎÞ-ê bir’evin, bûne r’emza dîwanê û e’dlayê t’emamîya dinîaêda, yeke ij wana- Nadya Mûrade, k’îjanêr’a li hev hat dengê kêmjimara giþta, k’îjan Îraqêda dijîn, bigihînedinê-a’lemê, û ew t’ev t’emamîya zêndîmaya hila hê de’wê dike, wekî dinê-a’lem wan jin û zar’a ij DE’ÎÞ-ê xilazke.

Ewê k’êlma xwe bi van xevera xilazkir: “DE’ÎÞ alt’bûye, lê  e’zavê van jinê r’evandî hila hê xilaznebûye, çimkî ew t’ev malê DE’ÎÞ-ê hila hê çadirgeha Al-Holêdanin, k’îjan ser sînorê Îraq-Sûrîaêye, ew ditirsin bihêlin bir’evin, çimkî DE’ÎÞ-ê wana biköje, çaxê ew bihêlin her’in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button