SocietyTop

Matênadaranêda destxeta k’ag’eze ermenîye hereqedîm wê t’eþhîrve

6-ê meha adarê Matênadarana Maþtosîda vekirina p’êþanga dstxeta k’ag’eze ermenîye hereqedîm wê biqewime. P’êþangyê h’etanî 4-ê meha nîsanê e’melbike. Derheqa vê yekêda ij Matênadaranê e’lamdikin. Nav heykelê medenyeta cime’ta ermenîye destnivîsare p’ir’h’ezarae  qîmetlîye bîranînê destxeta Matênadarana ser navê Maþtose hejmara 2679-aye sala 981-ê e’firî bi ferztî û me’na xweye degme cödadive. Madeyê nivîsara wê k’ag’ezê, k’îjan wî çaxî dihate navkirinê “k’artêsa k’esîv”, yanî himberî magag’at’ê h’esavdibû diha arzan, lê îro destxeta bi zimanê ermenîye k’ag’eze hereqedîme û dinîaêda yeke hereqedîme. Nivîsara wê boloragîre, k’îjan wî çaxî dihat navkirinê “k’itêva dûrî aqila”, yanî- himberî h’esinnivîsara K’itêvê Pîrorz  cûr’ê nivîsara diha herr’o, lê îro destxeta bi ermenî boloranivîsîye e’wile, cûr’ê nivîsarê, k’îjan bû nivîsara  nivîsarêye h’îmlî, paþwextîyê- k’itêva neþirkirinê. Deft’er isa jî berevoka dstxetêye bi serecema dinîyalikîye e’wile, wekî gihîþtîye me, k’îjan nav xwe qinyatê ö’lmîyî bi hejmara mezin i’xmbardike, ij k’îjana gelek her t’enê vira r’astî me tên, e’frandar, wekî dîsa vira em r’astî wan tên. Nav vê destxeta nav  t’eþkîlekê hildayî dö berevokê serbest yan e’frandinê destnivîsarê cembûyîne, t’eþkîldarê k’îjana k’eþîþ Davît’e, lê ê nivîsîye- G’ûkasê kör’ê wî. 19,5×28,5 sm mezinayî, 361 belgê destxetê hene, k’îjan çend cara hatîye t’ezekirinê, t’amkirinê û t’eþkîlkirinê: R’ûyê k’itêvêyî niha ê sala 1585-aye. Deft’er xazma bi serecema xweye dewlemend berbiç’e’ve. P’ara e’wilda qinyatê diha gelekî ö’lmî û t’arîxîne, ya dödada- ê t’arîxî û olî.  Bi h’esavhildana bahê qinyatê destxetêyî nivîsarê û qinytaê wergirtîyî degme serwêrtîya Matênadaranê qirardike h’ezarsalîya deft’erêva girêdayî- sala 1981-ê ewê bi bergirtin,  dîharkirin û lêk’olînkirina t’am neþirke. Wî þöxölê xevatxwestinê dispêrne Artaþês Mat’êvosyanê (1922-2004) destxetnas, k’îjanê de’wa  xevata sala ij ö’lmdar kir. K’ag’eza 1000 salî, k’îjan çawa wexta lêk’olînkirinê safîdive, Ermenîstanêda hatîye hazirkirinê, ÿp’êce xirav hatîye xweykirinê û cêrge belgê destxetêda qinyatê nivîsarê bi t’esîra h’öbrê p’er’itîbû. Me’nîke neþirkirina deft’erêye bi wrgirtinê jî ew yekbû. Dest hine çetinaya îht’îmal nave neþirkirinê wexta h’ezarsalîya destxetê bikin, lê ew idî pey serbestbûna Ermenîstanêr’a  mîaserdive- salê 1995-a û 1997-a. Deft’er bi dö cildê mezin neþirbiûye: Deft’era ö’lm û bawerîya k’eþîþ Davît’ (bergirtin), (pêþxever ya Artaþês Mat’êvosyan), cilda 1-ê, R’ewan 1995, 772 belg). Deft’era ö’lm û bawerîya k’eþîþ Davît’ (lêk’olînkirin, þirovekirin, nasîdayîn ê Artaþês Mat’êvosyan), cilda 2-a, R’ewan, 1997, 570 belg. Dstxet herdö salê xilazîyê p’ara Matênadaranêye dasekinandinêda bûye, k’ö pêþtirî xevta h’îmlîye pêþin (zedederxistin û t’ozderxistin) meh’kemkirina qölkê dest h’öbörxarinê p’arê k’itêvêda pêþdahatî bûye, bi mêt’oda pêþda r’êkpêkbûyî. Cêrge lêk’olînkirin hatne kirine, t’ev h’öbra nivîsarêye sedsalîyê baþq-baþqeda zêdebûyî, k’ag’ezê û denê. Ser her k’ag’ezekê xevata mezin hatîye kirinê, wekî paþwextîyê t’ö h’erfek, t’ö p’arek indaneve. Pey dasekinandina belgê baþqe-baþqer’a qeydê çapkirinê hatîye qirarkirinê û belg carke din bi döristîya r’ast çawa serê sêrîda bûye, hatne çapkirinê. Pey nîþandayîna we’dekinr’a dstxeta ermenîye k’ag’eze hereqedîm careke din nav r’û wê t’omerîve- wê bê dirûtinê û wê bê r’ûkirinê bi stendina cûr’ê xweyî deft’erê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button