CultureTop

Sag’kûnk’êda r’oja nanê loþ wê bê derbazkirinê

Göndê olk’a Gêg’ark’ûnîk’êyî Sag’kûnk’êda yekê meha îsaline t’ebaxê t’edbîra “R’oja nanê loþ” wê biqewime. T’edbîrê p’êþk’êþî naanê ermenîyî loþ kirîve, k’îjan sala 2017-a cedvela YÛNÊSKO-êye mîrat’a mervayêye ne madeyîye medenyetîye  wek’îldarîyêda hatîye wergirtinê û h’esavdive p’ara ösûla ermenîaye bihaye hereferz. Derheqa vê yekêda “Panorama.am” salixdike. Meremê t’edbîrêye ne kö t’enê dilqê nanê loþ e’mir û medenyeta cime’ta ermenîyada ferzkin, lê isa jî nanê loþ t’emsîlî dinîyayêkin- çawa p’ara medenyeta ermenîye bêp’ar û înk’arnekirinê. Dinîya ermenîye ç’îyada medenyeta pe’tina nanê loþ ij we’dê bîrneanînê pêþda hatîye. Ew seva ermenîya h’esavbûye ne kö t’enê ÿmek, lê isa jî r’emza malê, h’alxweþîyê û berek’etê. Mewcûdîya tendûrê derheqa arizîtîya ermenîaye r’ia’tîyê û van t’opraxaye gênêtîkda xeverdide. Nanê loþ dewir û zemana seva ermenîya h’esavbûye cûr’ê nanî t’ek t’enê, û h’eta ew hatîye h’iþkkirinê û bi meremê xevtandina zivistanê cîyê xweykirinêye mexsûs hatîye xweykirinê. Ermenî ij miletê degmene, wekî  ayînê 7 qonaxê wane nanpe’tinê hebûne- lîstikê þaye we’debihêrîyê, k’ilam, efsane, r’eqas û h’eta laqirdî. Meremekî t’edbîrêye isa jî göhdarîya seyranvanê ermenî û ecnebî zûrkine berva ÿlê neh’îêye gönda- bi ferzkirina pêþdaçûyîna ÿlaye berember û  seyremîþbûna qewmandina.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button
Close