SocietyTop

Nadya Mûradê xelata O Konnorêye e’daletê qebûlkir

“Ev dîtina dinîayê heqîyê, qenckirinê û p’arastina ÿlê ziyanêk’etîva girêdayîye. Em  gere r’astîya  vê yekê bînne ber ç’e’vê xwe, zar’ê xwe t’erbetkin, wekî ew ç’e’vnihêr’î vê yekêvin û mêla k’înê nekin”.

Nadîya Mûrada 26 salî li Arîzonayê qesidî, wekî xelata seva e’fatîyê qebûlke. Lê isa jî seva xevata t’eþkîleta xweye “Pêþdestîya Nadyayyê”-ye ne t’öcarîyê, k’îjan sala 2016-ada dasekinandina ÿlê nav h’alê boranê û þîretk’arîya t’emamîya dinîaêda bona zordestîya sêk’sûalîyê mijûldive. “E’yda îro wana qebûldike, ê kö cefê giran dîtin seva pêþdabirina serdestîya qanûnê, heqîyê û heqê mêriv, lê isa jî, k’a ew yek  Sandra Dêy O Konnorê wexta t’emamîya þöxölk’arîya xwe çawa kirîye”,- Dûglas Sîlvêstrê dêkanê fakûltêta zanîngeha Arîzonaêye dîwanîye qanûnnasîyê got. – Çawa isa jî  dengê zêndîmayê din, Nadya Mûrad h’esavdive bedenkirina qewatê û meh’kemîyê. Xevata wê t’emamîya dinîaêda pirsê heqê mêriv pêþda k’iþandine li plana gele qisê navbera r’êberê ort’emiletîêda. Seva me qedrê girane em xelata O Konnorêye goveka heqîyêdaye hersaleye þeþa t’esmîlî Mîss Nadya Mûradêkin. Niha ew wê yekêva cemdive, wekî idî k’oma mêvanê bi qedire r’ûmetva bûye, nav wê hejmarê dê Klarkê sedir, Mîsîs Ÿnson Çanêa xweyqedir, Cîmmî K’atêrê sedir, Anû Palasîoyê wezîr û Nvanêtxêm Pîllêyê doktor”.

Weke 200 meriv t’ev r’izma xelatkirinê bûn. Nav ê hazirdabûn Nîna Totênbêrg, Grêg St’ênt’onê miqaledarê r’adîoya Miletîêye civakîye bi pirsê hiqûqîyê, kongrêsmênê ij Arîzonayê,  R’obêrt  Brût’înêlê h’akimê wîlayet’a Arîzonaêyî sereke û çend neferê mala O Konorîyê.

Xelata O Konnorêye seva heqîyê sala 2014-a hatîye têr’adîtinê, wekî göhdarîyê vexûnne ser pêþdestîyê goveka serdestîya îzin û exterîyada, meriva naskin, ê kö emekê nav û deng kirine nav pêþdabirina serdestîya îzin û exterîya, heqîyê û heqê mêriv, û qedrê mîrat’a O Konnorê bigrin.

K’ilînt’ Wîlyamsonê sefîre, serwêrê berne’ma serdestîya heqe ort’emiletîêyî mestir, serwêrtî û bêqezîabûnêye li Înstîtûta r’êberîya ort’emiletîyê Makk’êynîye r’ex zanîngeha wîlayet’a Arîzonayê û profêsorê zanîngeha Arîzonaêye dîwanîvayî praktîka heq, Nadîya Mûrad t’emsîlî hazira kir, e’mir û xevata wê bilind qîmetkirin. “Ne gele meriva karibû ber wê yekê t’avkin, çi Nadyayê dîtîye, û bile h’emdê xwe bicivîne, wekî bidûmîne bijî, lo hila ne geleka wê bikarbûyana vê zölmê qebûlkin û cöle’tê berevkin, wekî bivne piþtgir û katalîzatora wergöhastinaye zor”,- Wîlyamson got. –  Lê çaxê ew ij Îraqê r’evî û cîyê bêqezîya Avropayêda dît,  Nadyayê qesta hima wê yekê kir. Ewê destpêkir derheqa qir’ê û firotana qîz û jinaya h’elebela kornflîktêda xeverde.

Wîlyamson serda zêdekir, wekî serhatîya gendî e’mrê Nadya Mûradêy Derheqa wê yekêla, ew çawa wê zölmêda zêndî maye û kirîye ser dinîayê, göhdarîya ne kö t’enê wan wergirtîye, ê kö R’ohlata Nêzîkda hila hê dizêre, lê isa jî sîasînasa, t’eþkîletê merivdostîyê û  heqp’arêzaye t’emamîya dinîaêda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button