Çarlzê pismîrê Wêlsêyî xelefê t’extê brîtanî li k’oþka K’larêns-haûsê wek’îlê þêwra ÿzdîay r’öh’anîêye herebilind û ansambla ÿzdîaye sazbendîyê, k’îjan idî h’evtêke Brîtanîya Mezinda pêþda tê, qebûlkirin. Wexta qisa t’ev þanda ÿzdîya, pismîr Çarlz e’lamkir, wekî Brîtanîa Mezin t’imê wê piþta ÿzdîya nav xweykirina medenyetû e’ynîtîya wan bigre. Ÿzdîyê sazbend e’wil zanîngeha Ok’sfordêda pêþda hatine, li k’ö ne kö t’enê nasîya xwendk’ar û dersbêja dane medenyeta ÿzdîya, lê isa jî derheqa h’alê Îraqêda gilîkirine. Ansambl bi piþtgirîya t’eþkîleta AMAR înt’êrnêyþinêl-êye merivdostîyê hatîye e’frandinê û ij jinê ÿzdîya t’eþkîlbûye, ê kö li hêsîrtîya tirsk’arê DÎ-êda bûne. Meremê t’ivdîrê ewe, wekî bi sazbendîyê alî jinê ÿzdîya bikin r’êabîlîtasîya p’isîxologîyê derbazvin. P’ir’anîya r’êpêrtûra ansamblê h’îmnê olîne. AMAR (ij “avakirin”-a e’rebî)- ew t’eþkîleta merivdostîêye ort’emiletîêye, wekî hindava Nîkolson baronêsayêda sala 1991-ê hatîye darxistinê, þtab-mezîla t’eþkîletê þeherê Londonêdaye (Brîtanîa Mezin). T’eþkîlet hatîye darxistinê, wjkî alî bajar’vanê Îraqê bikin, ê kö ij r’êjîma Sedem H’öseyn ziyanê k’etine, lê þöxölvanîya t’eþkîletê salbisal berfirebû û xeysetê ort’emiletîyê p’eydakir.
Related Articles
Firansiz û ermenî dayîm hevva girêdayîne: nivîsara Makron sersalîya K’omköjîyêva girêdayî
25.04.2024, 12:02
K’atvê ÞB wê t’ev r’asthatina wek’îlê ösûlkirina pirsê Bêqezîabûnêye bilinde Sankt Pêtêrbûrgê neve
25.04.2024, 11:01
Baydên cangorîyê K’omköjîya ermnîya tîne bîr, qedrê meh’kemîya cime’ta ermenîya digre
25.04.2024, 10:00
Ьса жи сахтикьн
Close