SportTop

Ew deþtêda qey tê bêjî qeret’ûye: paþdaveger’andina “P’ûndît’ fîd”-ê ser Hamlêt û Hênrîx Mxît’aryana

“P’ûndît’ fîd”- blogêreke herebelabûîye h’emdinîayê, k’îjan derheqa fûtbolê û fûtbolîstada gilîdike, paþda veger’yaye ser Hênrîx Mxît’aryanê mestirê t’îma Ermenîstanêye fûtbolêye miletîyê- seva geleka bi e’yankirina derheqa p’evgirêdana wîye “gênêtîk”-e t’ev fûtbolê, bi gilîkirina derheqa bavê- Hamlêt Mxît’aryanda. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Ÿmîn Ûrkayê miqalenivîs destpêbûna qinyatda k’ilama “Di lîvîng yîrs”-a k’oa “Mayk’+ di mêxanîk’s”-êye sala 1988-a tîne bîr, li k’ö derheqa bavê wîda tê gilîkirinê, ê kö nav kör’ê xweyî t’ezebûyîda hima bavê xwe divîne û berxwedik’eve, wekî pêr’a negîhandîye wî h’emûþkî bêje wî, çi dixwest. E’frandar, bi t’aybetî, dinivîse: “Em t’emam Hênîrx Mxît’aryan  nasdikin, lê derheqa Hamlêt Mxît’aryanê bavê wîda em çi zanin?”.

Miqalenivîs gilîdike, wekî Hamlêt Mxît’aryan, kör’ê k’îjanî fûtbolîstê  herîmezine, ê kö ij Ermenîstanê der pêþdla tê, salê sovêtîyê fûtbolîst bûye û ij e’mir ze’f zû  dûrk’etîye. Bi gilîkirina derheqa r’iya Hamlêt Mxît’aryane qedandîda- miqalenivîs cödadike: “Hamlêt ij sifetê nisila xweyî herîgeþbû, wekî saya lîstika xweye dînamîk û leztîyê e’yanibû. Hineka bile ew himberî R’obêrto Baco dikirin”.

Miqalêda isa jî paþdaveger’andina ser karîêra Hamlêt Mxît’aryane Fransîaêda  pêkanî heye, li k’ö ew k’oma “Valans”-êye hindava macirata ermenîda e’firî pêþda dihat, ij k’ö pey sala be’sa sala 1995-aye zendegirtîmayînêr’a dûrk’et: bal wî r’eqa mejû dîharbibû. Hamlêt malêva cîgöhêzî R’ewanê bû. Ew sala 1996-a 33-salîêda ij e’mir dûrket. Ij mirinê 10 sala þönda Hênrîx Mxît’aryanê kör’ê wî derdhatina xweye t’ezeye t’eþkîla “P’yûnîk”-a R’ewanêda- 17-salîêda, da k’ivþê: Hênrîx bi cûr’ê lîstikê û bejnê mînanî bavêye, ew qey tê bêjî deþta lîstikêda qeret’ûyê Hamlêtve”. Isa jî paþdaveger’andina ser eleqetê Hênrîx Mxît’aryan û Yûrî Corkaêf heye, û ew  yek k’ivþbûîye, wekî Corkaêfê fûtbolîstê fransizî bi e’slê ermenî seva Mxît’aryan sifetê ç’e’vlêdayînê bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button