SocietyTop

Ew derewa berzeqe: Solak Hakobyanê doxtir derheqa þerpezebûna serekwezîre nêvrotîkda

Solak Hakobyanê serwêrê merk’eza nêvroza, p’sîxot’êrapêvtê wezareta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinêyî sereke salixdayîna çapgerîya ûr’isî û ermenîda belabûyî înk’ardike, wekî bal Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê þerpezebûna nêvrotîke tûj hatîye zedeqirarkirinê, û xwexa doxtirê serk’arê welêtî qenckirinêye. “Vê demê ez ij CE derim, û niþkêva h’emt’or’êda min ev xevera derew xwend. Ez r’esmî e’lamdikim, wekî serekwezîrê CE yan nefereke mala wî gendî qesta min yan klînîka min bi t’ö pirsekê nekirine. Ew, çi h’emt’or’êda belabûye, salixê qelpin, ew derewa berzeqe, fantazîya mejû yan mejûyê nexweþe, û t’exmîna ne nisbetî r’astîêye  ber pesina xeverdanêye”,- Solak Hakobyan belgê fêysbûk’îêda nivîsîye. Diha zû belgê malp’er’a qölixdarîya “Novîyê vêdomostîyê”-da miqala derheqa h’alê sag’lemîya Nîkol P’aþînyanda hatbû belakirinê, k’îjanêda dihate k’ivþkirinê, wekî þerpezebûna serekwezîre nêvrotîke tûj heye. Ç’e’vkanî isa jî dide k’ivþê, wekî doxtirê wî qencdike, Solak Hakobyanê serwêrê merk’eza nêvroza, p’sîxot’êrapêvtê wezareta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinêyî serekeye. Miqaledar isa jî tîne bîr, wekî zedeqirarkirina Alêk’sandr Lûkaþênkoyê sedrê Bêlar’ûsêye nêvrastênîayê heye, k’îjanîr’a dermanê derxistina  k’erbîbûna  nêrva û r’eh’tî hatne k’ivþkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button