SocietyTop

Ij k’itêva E’rebê Þemoye “Jîyîna bextewar” bibihên p’ara “R’EV”

Cahilê göndê R’esûl ag’a hîvîya “r’ûvî” bûn, derk’etine ser xanîya li r’ya göndê E’vdila begê dinihêr’în.

          Qeyde û e’detê e’þîrê wa bû: k’ê de’wat bikira, wextê her’in bûkê bînin, gerekê ji mala ze’vê merîk biçûya mala  bavê bûkê, cav bida wana, wekî îro siyarê bûkê wê bên. Ew merî gerekê ösa her’e, wekî kesek wî nevîne (wî merîr’a divên “r’ûvî”), têk’eve mala bavê bûkê, lê wekî “r’ûvî” ber dêrî bivînin, derva bivînin, avê serda dikin, sevetê dikine sêrî, davêne nava h’er’îyê, yanê cêr’ didine piþtê, merîya didine ser, çawa qerewil, diþînin ji kanîyê cêr’e av bîne…

          Lema wî merîr’a divên “r’ûvî”. Ew mêr gerekê ösa delk’ û fesal her’e, wekî kesek wî derva nevîne, lê hema kö “r’ûvî” lingê xwe avîte piþ þêmîkê, îdî heqê kesekî t’öne jê xeverde, cahil û jin t’op divin, laqirdîya dikin, pêþk’êþa wî didinêda.

          Mala E’vdila begê k’ar dikir “r’ûvî” biþînin, lê kesekî töröþ nedikir biçûya. E’vdila begê þande pey Sertîvê nevîyê E’merîkê, wekî wî biþîne, lê Sertîv neçû, çimkö E’vdila begê t’opayê xwe bela kiribû her li dewletîya, mêvanê E’vdila begê giþk dewletî bûn, nav wanda k’esîv t’önebû, her Xödêda bû, ew jî gazî kiribûnê, çawa merîkî e’yan û mêrxas.

          Ze’va Sadiq beg bû, r’ûniþtibû li oda ç’ûk, delak serê wî þax-þaxî kör’kiribû, çêkiribû, mînanî bostana, heval û hogirê wî dihatin, her yekî p’ere didan, serê wî didane kör’kirinê. Biraze’vê wî jî dara ze’vê diniqiþand, hazir dikir. Wext serê Sadiq begê kör’kirin, desteþo anîn, av li desta kirin, ewî serç’e’vê xwe þûþt, ç’ek û r’ih’alê xwe xwekirin, k’olosê ji t’ivtika sipî çêkirî þe’r-þimaqîyada xemilandî anîn dane sêrî. Sadiq beg bi e’detê ÿla sîpka bû “p’adþa”, ser doþekê r’ûniþtibû. Mêrek anîn, ji hirîya sipî qerqaþ, jêr’a simêl-r’ûyê dirêj çêkirin. Ew bû “qazî”. Mêrek jî anîn, k’incê jina lêkirin, k’ofî dane sêrî, xêlî avîtine ser ç’e’vê wî. Ew jî bû jina qazî. Wanr’a digotin “K’ose-geldî”. Lê k’ose-geldî çi laqirdî bikira, gerekê kesek nexeyîdîya. Çar merî k’incê ersewila xwekiribûn, ber Sadiq begê sekinîbûn.Çawa me got, ze’va kö r’ûniþt ser doþeka xwe, tê h’esavê p’adþê ser t’ext r’ûniþtî. Kör’ê bega, ag’elera, t’or’ina û dewletîya dora Sadiq begê girtibûn, k’êf dikirin.

          R’aste, payîz bû, lê hewa xweþ bû, germê îda nediqijiland.  Qaz, qöling û teyr–töyê mayîn zûda fir’îbûn, çûbûne welatê germ. Ber’îyê. Mêþ-mor kêm bibûn. Payîzê, çawa e’yane, k’êfa  î’sanet xweþe, giþke þane: kevanî þadivin bona hasilgirtina r’ind, malxê mala þadivin, wekî nan dirûne, k’ötane, kirine ç’e’la, zimêr’ê wan heye, þivan jî þadivin, wekî beran berdan nêzîk dive, wê heqê xwe silametî bivin, mal, îdarê xwe û îdarê zar’ê xwe pê bikin. Lê ew þaya kö îro li vira dikirin, þaya h’emû kesî nînbû, her þaya bega û dewletîya bû…

          E’vdila begê E’lîyê Simo þandibû mala R’esûl ag’a, çawa “r’ûvî”, wekî cavê bide R’esûl ag’a: sivê siyarê bûkê wê bên. Cahilê göndê R’esûl ag’a derdik’tine serê xanîya, li r’iya r’ûvî dinihêr’în, wekî bigrin. Lê E’lî delk’ bû, ew wê r’êda neçû, çû r’iya göndekî mayînr’a, hat, wana hew nihêr’î E’lî li ber þêmîkêye, h’eta bezîn wî bigrin,  E’lî çû höndör’ê malê. Jina, cahila dora E’lî girtin, dik’enîyan, e’ferimî didane wî, wekî ew ösa delk’ û fesal hate mal. E’lî cav da R’esûl ag’a, wekî sivê sîyarê bûkê wê bên. R’esûl ag’a ji E’lî pirsî: “Çiqas sîyarê bên”. E’lî got: “Sêsid sîyar hema merîyê derekene, xênji merîê gönd”.

          Sivetirê sîyarê E’vdila begê, dö berbû û e’rebêva berbi göndê R’esûl ag’a r’ê k’etin. E’rebe anîbûn bona cihêz. Serde’watîyê E’vdila begê Qelender bû, çawa merîkî ze’fî dewletî.

          Sîyar kö giþk çûn, odêda r’ûniþtibûn her E’vdila beg, prîstavê neh’îyê û xödêda. K’ivav ji körte-p’arsîê berxê pênc-þeþ mehî çêkiribûn, danîbûne ser t’exte.

          Sîyar kö hatine göndê R’esûl ag’a, cînarê wî pêþîya sîyarada çûn, wekî gazîkin, bivne mal. Lê R’esûl ag’a îzin neda, mêvan giþk birne mala xwe. R’ingînîya defê bû, eþq-þayî bû.

          Qelender çawa serde’watî, xwer’a sazbend anîbû (Lik’oyê mirtiv), h’ököm kir, wekî ew lêxe qeydê “Gölênêrî”. Lik’o kö xwe da ser k’êlekekê, dengê zör’na wî ösa zîz dihat, ösa nerm dik’iþand, te digot dil-h’inavê merîya tîne xwarê. Qelender k’ete ser govendê û govend ger’and. Zar’ê ç’ûk gava kö ç’e’v Qelender dik’etin, r’engê wî didîtin û pozê p’eliþî didîtin, dibû p’îrqînîya wan dik’enîyan. Dö cîya def-zör’ne lêdik’et h’eta nîvro diger’îya: ji þayê, eþqê û dengê def, zör’nê bibû “h’eþer-meþer”. Cahilê dilk’etî k’etibûne destê hev, hey bin ç’e’var’a domamê xwe dinhêr’în…

          Nan hazir bû, gazî mêvana kirin. Mêvan odêda cî nedibûn, nanê mêvana hema li bêderê danîbûn. Gava kö nan xwerin, k’ötakirin, li odê dö t’extê mezin dane r’ex hev, cihêzê bûkê anîn, nîþanî cime’tê û serde’watî kirin.

          Wextê cihêz nihêr’în, dane alîkî, gerekê cihêz bibirana, bidana ser e’rebê, birê bûkê hat, ser cihêz r’ûniþt, de’wa p’êþk’êþa xwe kir. Qelender hat, zêr’ek da, paþê birê Elîfê ser cihêz r’abû, îzin da cihêz bivin daynne ser e’rebê. Herdö berbîya bûk anîne ber dêrî derxin, dîsa pêþîya bûkê sekinîn, nehiþtin bûkê ji  mal derxin, h’eta p’êþk’êþa wan nedan, lê wexta bûk derk’et, yekî qepî-zep milê xwe hildabûn, digot: “Yan bira derk’evne gölaþê, yan bira dö zêr’a p’êþk’êþa min bidin”. Qelender merîkî ze’fî tima bû, nedixast dö zêr’a bide, cahila nihêr’î, lê kesekî töriþ nekir, her’e gölaþ bigre. Qelender xwexa çû gölaþê. Qelender berê merîkî p’ir’ qewat bû, lê Qelender nizanbû, wekî ew îda kalekî h’evtê-h’eyþtê salîye. Gölaþgîr û Qelender hevdö birin-anîn mînanî dö gamêþa. Gölaþgîr ji göndê R’esûl ag’a bû, navê wî H’ûtê bû, ewî dö cara Qelender ji cî h’ejand, wekî hilde bavêje, lê Qelender xwe giran digirt, diç’ir’ç’ir’and, paþê h’emêz kir û anî li e’rdê xist. Bû p’îrqînîya cime’tê, li Qelender k’enîyan. Ji cime’tê deng dihat: “Hela binhêr’in, timayî çawa merîya bênamûs dike. K’ê dîtîye, wekî serde’watî xwexa r’ave gölaþê. Serde’watî gerek dest têke cêva xwe, p’era bide, ne kö ji timayê xwexa derk’eve gölaþê”.

          Qelender ji e’rdê r’abû, dest kire cêva xwe, dö zêr’ dane H’ûtê, û r’êk’etin, herdö berbû sîyar bûn, r’ex bûkê mînanî dö cahîza sekinîbûn. Hila hê r’ê nek’etibûn, ser be’lgîê bûkê qerebalix bû. Niþkêva þerade k’ete sîyara, ajotin. Be’lgî dabûne Meh’medê kör’ê Selbîyê. Serde’watî îzna xwe ji R’esûl ag’a xwest, t’eva og’ira xêrê jêr’a got û r’êk’etin.

          Bi qeyde û e’det, þivan, yan gavan, yanê jî maç’gir, gakî yanê berxekê divne pêþîya bûkê, p’êþk’êþê dixwezin. Serde’watî p’êþk’êþê wan dide. Golikvanê göndê E’vdila begê kö dît bûkê tînin, ewî golikeke r’ind bijart, anî ser r’ya bûkê, Qelender nîvmanatek da wî jî û got: “K’engê em bigihîjne malê, wekî p’êsîra me ji van xilazve”…

          Li mala E’vdila begê merî derdik’etine ser xanîya, li r’îya bûkê dinihêr’în. Zar’a cav da mala E’vdila begê, wekî Meh’emdê kör’ê Selbîê be’lgîyê bûkê anî. Ewî sîyarî ajote ber derê E’vdila begê, jina E’vdila begê, Zeyt’ûn xanimê, be’lgî ji destê Meh’med girt. T’emezîk da carîya, wekî bivin bavêne stöyê h’espa Meh’med. R’o îda ç’îyada qölibîbû, lê hela r’onkayî bû, dengê def-zör’nê hat. Xelq ji mala derk’ete derva. R’o îda ç’îyada qölibîbû, lê hela r’onkayî bû, dengê def-zör’nê hat. Sîyarê kö bûkêr’a dihatin, pêþ malava k’etibûne cirîdê. H’ersê xortê ÿla r’ojka dîsa zêwe-zêw li cahila xistibûn, kesekî ji wan sêsid sîyara nikarbû wan h’ersê xortar’a bajota.

          Digotin yek ji wana E’lîyê Þemoye, mêrxasekî çawa bêjî ÿgine, her ji malê dinêva tenike-k’esîve. Ze’va li ser xênî bû, dara ze’vê ÿmîþ xemilandibû û destê biraze’vêda bû, çend heval miqatî k’olosê ze’vê dibûn, wekî kesek ner’evîne. Wextê bûk anîn ber dêrî peyakirin, dîya ze’vê, Zeyt’ûn xanim,  çoçike dêstda pêþîya bûkê k’oçerî, tiringî dilîst, dir’eqisî. T’ebaxek anîn dane bin lingê bûkê, ewê lingê xwe li t’ebaxê xist þikênand, paþê lingê xwe avîte piþ þêmîka E’vdila begê. Wê gavêr’a bû qirç’înya gölla, t’iving agir kirin, ÿmîþ dir’eþandin, serde’watî û biraze’va p’erê hûr dir’eþandin, xelqê ÿmîþ û p’ere t’opdikirin. Ew jî bona wê yekê, wekî bûk diçe höndör’ê malê, ç’e’v lênek’evin.

          Malêda bona bûkê çît-p’erde girêdabûn, bûk birne piþ p’erdê dane r’ûniþtandinê. Goma mezinda r’ingînya def-zör’nê bû, çimkö pey baranêr’a li derva h’er’î bû. Çawa kö bûk çû höndör’, ze’va jî ji ser xênî peya kirin, heval-hogirê wî dorê, çû ser doþeka xwe r’ûniþt. Qazî jina xweva cem bûn, ersewilê wî bi þûr-qima ber sekinîbûn, hîvîya h’ökömê “p’adþê” bûn…

          Wê ÿvarê h’eta sivê safîbû, govend bernedan, dilîstin. Çend merî þivike dêstda zar’ê ne’s didane r’ûniþtandinê, wekî nekne qar’eqar’. Ze’va k’etibû ser govendê. Niþkêva ber derê gomê bû r’ingîna defa Likoyê mirtiv, derî vebû, bûke  xêlîkirî anîn kirine govendê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше

Ьса жи сахтикьн

Close
Back to top button
Close