PoliticsTop

Armên Sargsyan Dohayêda r’astî serekwezîrê Dewleta Katarê hatîye

Armên Sargsyanê sedrê CE, ê kö bi serdana r’esmî DK-êdaye, r’astî Abdûlah bin Nasêr bin Xelîfe al T’anîyê serekwezîrê DK, wezîrê k’arê höndör’ hatîye. Çawa ij fermandarîya sedrê CE e’lamkirin, wexta r’asthatinê mecalê k’ûrkirina eleqetaye navbera herdö welatada hatne e’ne’nekirinê. Qiseçî h’emfikir bûne, wekî navbera herdö welatada mecalê hevk’arîêye mezin û h’îmê baþ mewcûdin- seva berfirekirin û meh’kemkirina hevk’arîya döalî. Sargsyanê sedir daye k’ivþê, wekî Ermenîstan, wekî endama YAAM-êye, mecalê wêye navvaderbazbûnêye baþ hene seva derk’etina li sûkê

welatê din. Seva hevk’arîyê, bi t’a ybetî, warê avakirinê, milk’ê neh’ejok, seyremîþbûnê, malhebûna göndîtîyê û bêqezîabûna xörek balkêþ h’esavbûne. Sargsyanê sedir isa jî mewcûdîya qewata hevk’arîêye mezin warê ö’lmî, xwendinê, têxnologîyêda binxetkirîye- vê h’emtêk’stêda bi k’ivþkirina mecala hevk’arîyê Ermenîstanêda pêþdabirina têxnologîayê heret’eze û ö’lmva hinartî- goveka pêþdestîya sedirtîyêda.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button