
Pey e’rdh’eja qewîne t’opraxa Cimhöryeta Îranêye Îslamîêda tênivîsîr’a Fêlîk’s Solakyanê wezîrê h’alê sirêder t’ev E’lî Mohammad Mot’ag’îyê dewsgirtîyê sefîreyê Îranêyî CE-êda bi t’êlê qisekirîye û hîvîkirîye serxweþî û berdildahatina wî t’ehwîlî cime’ta Îranêye xêrxwez, qewmê köþtîyake, lê birîndarar’a qencbûna lez xwestîye.
Ij serwêrtîya wezareta CE-êye h’alê sirêdere salixdayînê û p’evgirêdanê t’ev civakê e’lamdikin, wekî wexta qisa bi t’êlêye t’ev E’lî Mohammad Mot’ag’î Fêlîk’s Solakyan pêþdanîn kirîye qewatê xilazk’arîyê bîþîne lo goveka belayê, lê isa jî alîk’arîya lazim bide. 8-ê meha çirîa paþin, bi we’dê cî seh’eta 2-a derbaz 47 deqe 45 km-a ij þeherê Îranêyî Ardêbîlê berva ce’nûbê e’rdh’eja bi qewata 5,9 magnîtûda bûye, dest k’îjanê köþtî û birîndar hene. E’rdh’ej isa jî þeherê olk’a CE-êye Syûnîk’êye Kapanê, Mêg’rîyê û Gorîsêda bi qewata 4 bal, þeherê Êg’êgnazorê û Vayk’êda- 3-4 bal, þeherê Araratêyî Araratêda û R’ewanêda 3 bal hatîye t’exmînkirinê.