PoliticsTop

T’anêr Ak’çam: Qirara derheqa t’önekirina ermenîyada 1-ê meha sala 2014-aye k’anûna pêþin hatîye derxistinê

T’anêr Ak’çamê t’irkê qir’nasî e’yan miqala xweye mecala “T’î24”-e r’ikeberda belabûyîda paþda veger’yaye ser t’emesûkekê, k’îjan arxîvê T’irkîaêda tê xweykirinê k’îjê t’emesûka osmanîêye hereqedîme derheqa seranser qir’kirina ermenîadaye heree’yane. Ev qirar 1-ê meha sala 1914-aye k’anûna pêþin hindava kommerk’ezîya Erzörimêda hatîye qebûlkirinê. Ew derheqa ermenîyê Wanê û Bit’lîsêdabû: tê k’ivþkirinê, wekî lazime e’wil ermenîya bigrin, lê dema ÿrîþkirinê- sirgûnkine Bit’lîsê û t’önekin.  Ew qirar nisbetî ne kö t’enê mêra, lê isa jî jin û zar’a hate xevtandinê. T’anêr Ak’çam isa jî dide k’ivþê, wekî qirarê derheqa qir’a ermenîadaye xilazîyê 15-ê meha sala 1915-aye sivatê û 3-ê meha adarê hatne derxistinê. Qir’nasê t’irk e’lamdike, wekî derheqa mewcûdîya wan qhirarada Bêhaêddîn Þak’îrê endamekî komîtêa firqa “Yektî û pêþdaçûyîn”-e merk’ezîyê þe’detî daye. Þak’îr ne’mêda, k’îjan 3-ê meha sala 1915-aye adarê hevalk’arê xwer’a nivîsîye, k’ese gotîye: “Firqê qirarkirîye wet’en ij wê qebîla nifir’lêkirî (ermenîya) azake, t’emamîya ermenîya, ê kö T’irkîaêda dimînin, t’öneke, wekî bile ermenîk nemîne, û bi vî h’esavî r’ay daye h’ökömetê. Lê derheqa mêt’odê t’önekirina bi köþtinêda h’ökömetê sipartinê lazim bide serk’arê wîlayet’a û ordîyê”. T’emamîya van t’emesûka û þe’detîya wê gotna nav t’êza T’irkîaêye r’esmîda derbdanînê bêt’erefdikin, wekî derheqa t’önekirina ermenîyada  t’ö wexta qirara k’ese û meremdanî t’inebûye û  e’melê miqabilî ermenîya xwedêgiravî pêþda têr’adîtî nînbûne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button