Meremê sîasîa Ermenîstanêye dereke ewlekirina serbestî û bêqezîabûna CE-ê, bi peyr’evî bilindkirina dereca serbestîyê û bêqezîabûnê, seva bêqezîabûn û h’alxweþîya welatê me û bajar’vanê wî pêkanîna warê derekeyî diha k’ardare. Derheqa vê yekêda wexta berevbûna aparata wezarexta CE-êye k’arê dere merk’ezîyê û serk’arê wek’îlxanê dîwannasîêye welatê derekeda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê CE gotîye. “Dêmek, pirsgirêka sîasîa Ermenîstanêye dereke pêktê: ewe sûbyêktîya Ermenîstanê eleqetê ort’emiletîyêda, r’ûmetê eleqetê ort’emiletîyêda bilindkin. Delîleke safîkirina vê pirsgirêkêye hereferz înglaba ne bi destê zorê, qedîfeyî, cime’tîêye sala 2018-a Ermenîstanêda qewimîye, k’îjan bi fikra xeverêye e’slî qewmandina h’emdinîaêye. Dêmokratîya gere bive k’arta sîasîya CE-êye derekeye serdanêye hejmara yekê, û pirsgirêka meye em nîþanî dinîaêdin, wekî Ermenîstanêda dêmokratîya ya fitilnedayînêye, çimkî ew xwe dispêre ne kö kes, ne kö qelfa sîasîêye konkrêt, lê fe’mberî, h’emd û ce’dandina cime’tê”,- P’aþînyan gotîye. Serekwezîr daye k’ivþê, wekî e’sasê dinê, wekî gere alîbike sûbyêktîya Ermenîstanê hilbir’e, ermenîtîye. “Sefîreyê Ermenîstanê welatê ît’barnivîsîda gere çawa wek’îlê k’ölî ermenîya t’emsîlvin”,- serekwezîr daye k’ivþê.
Related Articles
Ermenîstan bi tenê nikare xwe bide xuyakirin ku tiştekî ferq nake. serokwezîr behsa peywendiyên Ermenistanê û Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf kir
23.04.2024, 18:06
Sekretera Çapemeniyê ya Pûtîn diyar kir ku çima hêzên aştiyê yên rûsî ji Qerebaxê derketin
23.04.2024, 17:28
Ьса жи сахтикьн
Close