
Wezîrê endam welatê YA-ye K’D 13-ê meha tîrmehê meþa mîaserkirina de’wmeþandina YA-ye t’ezeye derheqa neh’îya be’ra R’eþda wê e’ne’nekin- salekê pey destpêbûna wêr’a- bi danîna göhdarîyê ser pirsê bêqezîabûnê, hevvagirêdana transportîyê û hevk’arîya t’ev welatê be’ra R’eþ. Angorî r’ojeva þêwra YA-ye K’D- wezîrê encamê mîaserkirina de’wmeþandinêye e’wil e’ne’nekin û derheqa gavê paþwextîyêda fikira wê p’evbgöhêzin. Bryûsêl neh’îya be’ra R’eþ t’emaþedike çawa p’areke bêqezîabûna avrpopî, p’evgirêdana meh’kemîya ÿnêrgêtîk û hevvagirêdana t’öcarîyêye medarî- ser fona þr’ê Ûr’isêtêyî- miqabilîhevbûna Ûkraînayê pêþdaçûyînê. YA Qafqasîya Ce’nûbê t’emaþedike çawa xeleka ösûla t’ezeye transportîyê û ÿnêrgêtîke ferz navbera Avropayê, Qafqasîyayê û Asîa Merk’ezîêda. Nav de’wmeþandinê göhdarîya mexsûs li ser pêþdabirina sivdera Ort’e tê danînê, k’îjanê Avropa h’esavdike t’erefekî dîvêrsîfîkasîakirina t’öcarîyê û logîstîkaêye sirêpêþ. YA isa jî meh’kemîya neh’îyêye we’dedirêj serr’astkirina e’dilîye axirsongîye navbera Adrbêcanê û Ermenîstanêva girêdide. Bi qîmetkirina Bryûsêlê- morkirina hevr’aqayîlne’ma e’dlayê seva t’öcarîyê, r’ik’inkirina û pêþdabinina p’evgirêdanê transportîyêye Qafqasîya Ce’nûbêda dikare mecalê t’eze veke. Nav de’wmeþandinê cîyê mexsûs r’adestî T’irkîayê dive, k’îjanê YA t’emaþedike çawa dilqeçîke neh’îya be’ra R’eþe medarî û hevalk’ara ferz warê bêqezîabûnê, ÿnêrgêtîkayê û transportêda- nenihêr’î dora cêrge pirsê sîasîya dereke dötîretî têne xweykirinê Ç’e’vnihêr’îne, wekî wezîrê ne kö t’enê mîaserkirina pêþdestîyê idî pêþdak’iþandî, lê isa jî gavê t’amkirinê e’ne’nekin, k’îjan seva wergöhastina ij qeydenezera sîyasîya de’wmeþandina li t’ivdîrê e’melî lazimin- nav wê hejmarê pêþdabirina p’evgirêdanê transportîyê, k’îjan Qafqasîya Ce’nûbêva derbazdivin û qewînkirina meh’kemîya neh’îyê.







