
Vladîmîr Pûtînê sedrê T’Û bangînê hevr’axeverdanê e’dlayêye t’ev Kîêvê nanadike, lê derbê aletê ûkraînîye bêfir’indeçîye fir’înêye xilazîyê li k’arxanê ûr’isaye nevtbêcerkirinê berk’tîya wî meh’kemkirine- e’melê e’skerîyê hila bidûmîne. Derheqa vê yekêda R’oyt’êrz e’lamdike- bi þe’degazîkirina sê ç’e’vkanîyê nêzîkî Krêmlê sekinî, xizmetk’arîya VVS-êye ûr’isî dinivîse. Ij wana döda daye k’ivþê, wekî Pûtînê, k’ivþî heye, miqabilîhevbûnê wê tûjke. Ç’e’vkanîke qölixdarîyê “îht’îmalîya mezin” ya tûjkirina mehê pêþber qîmetkirîye. Bi gilîyê ç’e’vkanîkêye hindava Royt’êrzêda bîranî- Pûtîn i’srardike, wekî dice’dîne bigihîje meremê xweyî h’îmlîyî zevîtkirina p’ara Donbasêye mayîn. Bi t’ehwîlkirina ç’e’vkanîyê- sedrê Ûr’isêtê van xilazîya ser k’omeke endamê þêwirxanê hêrsk’etîye, ê kö pêþdanîn kirine agirr’awestina bi dirêjaya pêþe’nîyêye vê gavêr’a qayîlve. Ç’e’vkanîya döda daye k’ivþê- Pûtîn difikire, wekî Ûr’isêtê zûtirekê Donbasê zevtke. Hine þiroçîyê r’oavayêye e’skerîyê difikirin, wekî seva bigihîje zevtkirina Donbasê Ûr’isêt gere birina e’skerîyê e’lamke. Birina e’skerîyêye heman mecala bi sîasî ne cime’tîye, wekî Pûtîn bêy dilê xwe diçê.







