
E’mel wexta serdana Ÿmanûêl Makronê sedrê Fransîaêye li R’ewanê qedandîye r’esmî erêbûye û evî xilazîyê idî k’etîye nav qewatê- bi bûyîna gava ferz ser r’iya meh’kemkirina p’evgirêdanê döalî navbera Fransîayê û Ermenîstanêda. Ev t’îkfir’ê p’ir’fûnksîonal seva cîgöhastina wê bêne xevtandinê. Eva t’ev ”Aîrbûs Hêlîkop’t’êrs”-ê þertne’ma Ermenîstanêye e’wile, bi k’îjanê h’îmê h’emzemanîkirina parka welête t’îkfir’a tê danînê- bi modêleke sinifa xweye heremilahîm û göman. “Ev þertne’ma pêþin þe’detîya hevalk’arîya navbera hevaltîya me û Ermenîstanêdaye k’ûrbûnêye. Em k’öbarin nav þöxölê pêþdabirina mecalê xweye avîasîon k’omekê bidine welêt”,- Lyûdovîk Bûastoyê serk’arê neh’îya Avropa R’ohlatê, Asîa Merk’ezîyê û Qafqasîayê, dewsgirtîyê sedir daye k’ivþgê. Ewî serda zêdekirîye: “Em ç’e’vnihêr’î hevk’arîya we’dedirêj û k’ardarin û em hazirin p’evgirêdanê me diha k’ûrkin”. T’îkfir’ê H145 bi k’ardarîya bilind berbiç’e’vdivin, xazma þertê ç’îayê bilind û germda û lap angorî dinîanîgarîya Ermenîstanêye çetin û ç’îyayîne. Dinîaêda 1800 t’îkfir’ê mala H145 zêdetir têne xevtandinê, we’dê k’îjanayî fir’înêyî t’omerî 8,5 mîlîon seh’eta derbaztirdive. T’îkfir’ bi dö h’ejokê “Safran Arrîêl 2Ê” dixevte,







