All NewsTop

Balyozê Alman Zêdetirî Deh Motorên Berfê Veguhastin Wezareta Parastinê ya Ermenistanê

Balyozê Alman Zêdetirî Deh Motorên Berfê Veguhastin Wezareta Parastinê ya Ermenistanê

Balyozê Awarte û Hikmetdar ê Almanya li Komara Ermenistanê Klaûdîa Bûş, li ser navê hikûmeta xwe, 16 motorên berfê ji bo nûjenkirina amûrên teknîkî yên hêzên çekdar û pêşxistina şiyanên wan veguhastin Wezareta Parastinê ya Ermenistanê.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ev yek ragihand û got ku di 17ê Hezîranê de, Cîgirê Yekem ê Wezîrê Parastinê, Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar, Lîtnant General Edward Asryan li kompleksa îdarî ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê pêşwaziya Klaûdîa Bûş kir.

Balyoz destnîşan kir ku Ermenistan û Almanya bi têkiliyên nêzîk ve girêdayî ne. Wî bi taybetî tekez kir ku ji sala 2025an vir ve, têkiliyên dualî bi Rojeva Hevkariya Stratejîk, ku ji hêla Serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Şansolyerê Federal ê Almanya Frîêdrîx Mêrz ve hatî îmzekirin, hatine xurt kirin.

Motorên berfê dê di şert û mercên çiyayên bilind de ji bo veguhestina personel û barên piçûk û sivik werin bikar anîn.

Bi piştgiriya pisporên ji Almanya, personelên Hêzên Çekdar ên Ermenistanê niha di xebitandina motorên berfê de perwerdehiyê dibînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button