All NewsTop

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî encamên dawî yên hilbijartinan weşandîe

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî encamên dawî yên hilbijartinan weşandîe

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî encamên dawî yên hilbijartinên parlementoyê yên 7ê Hezîranê weşandîe. Li gorî vê, sê hêzên siyasî dikevin parlementoyê: hevpeymaniya partiyan “Ermenistana Bi Hêz”, hevpeymaniya “Ermenistan” û partiya “Peymana Sivîl”. Partiya “Ermenistana Refah” ji benda ji sedî 4 derbas nebû.

Hejmara giştî ya hilbijêrên ku di lîsteyan de cih digirin 2 milyon û 503 hezar û 990 e, hejmara giştî ya hilbijêrên di lîsteya zêde ya hilbijêran de ku di roja dengdanê de li navenda dengdanê hatiye berhevkirin 1126 e, hejmara giştî ya hilbijêrên di lîsteya zêde ya hilbijêrên ku bi sindoqên mobîl deng didin 1300 e, hejmara hilbijêrên ku beşdarî dengdana elektronîkî dibin 410 e, hejmara giştî ya hilbijêran 2 milyon û 506 hezar û 826 e, hejmara giştî ya beşdarên dengdanê 1 milyon û 476 hezar û 769 e an jî ji sedî 58,9 e.

Wî dengên ku ji hêla partî û hevpeymaniyên partiyan ve hatine wergirtin jî pêşkêş kir:

Partiya “Peymana Sivîl” ji sedî 49.7456 – 726,819

Hevpeymaniya “Ermenistana Bi Hêz” ji sedî 23.2710 – 340,006 deng

Hevpeymaniya Partiyan “Ermenistan” ji dedî 9.9231 – 144,983 deng

Partiya “Ermenistana Refah” ji sedî 3.9893 – 58,287 deng.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button