
Wezareta Karên Derve ya ERê ragihand ku di 14-15ê Hezîranê de, Wezîrê Karên Derve yê ERê Ararat Mîrzoyan dê serdaneke xebatê li Lûksêmbûrgê bike.
Di 15ê Hezîranê de, li ser vexwendina Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Hevbeş Kaya Kalas, Wezîr Mîrzoyan dê beşdarî nîqaşekê di çarçoveya civîna Konseya Wezîrên Karên Derve yên Dewletên Endam ên YEyê de bibe.







