
Þêwirxanêda nav qisa t’ev r’ojne’mevana, bi paþdaveger’andina ser meh’kemkiririna, wekî xwedêgiravî cûr’ê sîlih’aye t’eze hatî k’ir’înê t’ev sîlih’darîya qewatê Ermenîstanêye sîlih’bûyîe t’omerî pirsgirêka wane angorbûnê heye, Asryan gotîye, wekî wexta k’ir’îna cûr’ê sîlih’aye t’eze- t’emamîya paramêtrê wê û angorbûna wêye sîlih’darî û têxnîka qewatê sîlih’bûyî têne h’esavhildanê.
“Em sîlih’a hima isa nak’ir’in. Em t’emamîya paramêtra û çapqirarçîya qîmetdikin- wê sîlih’ê em dikarin sîlih’darî û têxnîka meva întêgrasîakin?, ij me tê em hînvin?, e’skerê meyê bikarvin bidine xevatê?, emê ösûla t’omerî avtomatbûyîda çawa serwêrtîyê wê bikin?”,- bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- Asryan gotîye. 28-ê meha gölanê wexta t’emaþa e’skerîyêye ger’a Cimhöryetêda qewimî cûr’ê sîlih’aye Ermenîstanêye 4 salê xilazîyê p’eydabûyî t’eþhîrbûn. Pey t’emaþa e’skerîyêr’a hindava qelfê baþqe-baþqeda meh’kemkirin sewtbibûn, wekî sîlih’ê p’eydabûyî angorî sîlih’darîya qewatê Ermenîstanêye e’skerîyê nînin.







