All NewsTop

Paşînyan û Êrdogan li ser Pêvajoya Normalîzekirina Peywendiyên Ermenistan-Tirkiyê Gotûbêj Dikin

Paşînyan û Êrdogan li ser Pêvajoya Normalîzekirina Peywendiyên Ermenistan-Tirkiyê Gotûbêj Dikin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi Serokomarê Tirkiyê Rêcêp Tayîp Êrdogan re bi rêya telefonê axivî. Ev ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Komara Ermenistanê ve hate ragihandin.

Serokwezîrê Ermenistanê bi boneya Cejna Kurbanê pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê kir.

Serok Erdogan pîrozbahî li 51emîn salvegera rojbûna Serokwezîr Paşînyan kir.

Pêvajoya normalîzekirina têkiliyên dualî yên Tirkiye-Ermenistanê û mijarên herêmî jî hatin nîqaşkirin.

Rêcêb Tayîp Êrdogan destnîşan kir ku pêvajoya normalîzekirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Ermenistanê de bi gavên ku armanca wan destpêkirina bazirganiya rasterast e berdewam dike.

Êrdogan tekez kir ku Tirkiye ji bo aştî û aramiya herêmê hewl dide, û Tirkiye dê her gav piştgiriyê bide gavên ku di wê alî de werin avêtin.

Di axaftinê de her wiha serdana Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevded Yilmaz bo Ermenistanê ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropî de, biryara damezrandina prosedurên bazirganiya rasterast a Tirkiye-Ermenistanê, û vekirina rêya hesinî ya Akhalkalaki-Qersê ji bo hinardekirin û hawirdekirina ji Ermenistanê re hate destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button