
K’atvê Wîlayet’ê Amêrîkaêye Yekbûyîyî dîwanî û wezîrê Ermenîstanêyî dereke van xilazîya hevr’aqayîlne’ma derheqa mîaserkirina t’ivdîra “T’RÎP’P’”-êda qolkirîye. R’aste, em we’dekî dirêj nav t’ivdarekdîtina t’esmîlkirina sivderêda gönek’ardikirin, evê k’ag’ezê ew t’êma t’inebûyî ij r’ojevê derxist. Derheqa vê yekêda Nîkol P’þînyanê serekwezîrê CE e’lamkirîye. Ewî anîye bîr, wekî Donald T’ramp’ê sedrê WAY pey wê yekêr’a nivîsîye, wekî Ermenîstanê t’emaþedike çawa r’iya navr’aderbazkirina ÿnêrgobiraye ferz- ij R’orhlatê R’oavayê. “Eva h’esavdive bilindbûna dilqê Ermenîstanê. Hevalk’arê Ermenîstanêye ort’emiletîyê e’lamkirine, wekî Ermenîstan warekîdaye, k’îderêva r’iya ij R’oavayê R’ohlatêye herekin derbazdive. Ew r’ê Þîrakê, Lor’îê û Tavûþêva derbazdive. Ew h’esavdive, wekî zûtirekê emê xeta h’esinî bi t’erefê ne kö ce’nûbê, lê isa jî þimalê vekin.
Emê herdö þaxa bikine yek (Îcêvan-Hrazdan û Vanazör Gömirî) û emê t’erefê xeta h’esinîyî herîkin bistînin. Alîyê dinêva- r’ik’invanê ort’emiletîyê pêþdanînê li me dikin Þîrakê, Lor’îyê û Tavûþêva r’iya t’ezeye edakirinê çêkin”,- P’aþînyan daye k’ivþê.







