
Goveka serdana Ÿmanûêl Makronê sedrê Fransîaêye dîwanîye li Ermenîstanê qedandîda bîrne’ma R’ewanêda 5-ê meha gölanêye hevdöserwextbûnê morkirî mecalê wê bide herdö welata hevk’arîyê k’ûrkin, t’arîxa k’îjanêye idî sêsale heye- xazma warê aletê bêfir’indeçîye fir’înê, aqlê nee’slî û h’esavê k’vantîyêda.
Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- bi nivîsara t’or’a sosîalîyêye X-da kirî derheqa vê yekêda Alîs R’ûfoya wezîra qewatê Fransîaêye sîlih’bûyî û bi pirsê vêtêrana daye pêh’esandinê. “Ez dilþame bona qolkirina bîrne’ma hevdöserwextbûnêye t’ev Mxît’ar Hayrapêtyanê wezîrê Ermenîstanêyî bilinde têxnologîyê. Ev hevr’aqayîlne’meyê îznê bide hevk’arîya navbera welatê meda sala 2023-a destpêbûyî warê îzger’îya û t’ezevantîya, cöda gotî- warê aletê bêfir’indeçîye fir’înê, aqlê ne’slî û h’esavê k’vantîyêda k’ûrkin”,- ewê daye k’ivþê. Navbera h’ökömetê CE û CF-da bîrne’ma hevdöserwextbûnê qolbûye- derheqa hevk’arîya warê aqilê nee’slî, kîbêr’bêqezîabûnê, nîve’lamkirokada. T’emesûk Mxît’ar Hayrapêtyanê wezîrê CE-yî senaya bilinde têxnologîyê û Bênjamên Hadadê wezîrê CF-yî wek’îlî bi pirsê Avropay qolkirîye.







