All NewsTop

Lidarxistina Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropî li Yêrêvanê girîngiya Qefqasyayê nîşan dide: Kalas

Lidarxistina Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropî li Yêrêvanê nîşan dide ku Qefqasya çiqas girîng e, nemaze niha, dema ku li Îranê şer heye. Ev yek ji hêla Nûnera Bilind a YE-yê ya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê, Kaya Kalas, dema ku gihîşt Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropî ve hate gotin.

“Li vir li Yêrêvanê, di civîna Civaka Siyasî ya Ewropî de, pir xweş e. Ewropa ne li ser erdnîgariyê ye, li ser nirx û prensîban e, ji ber vê yekê em pir kêfxweş in ku li vir pêşwaziya Kanadayê dikin da ku li ser mijarên cûrbecûr nîqaş bikin. Wekî din, lidarxistina vê lûtkeyê li Yêrêvanê nîşan dide ku Qefqasya çiqas girîng e, nemaze niha, dema ku li Îranê şer heye. Em li ser girêdanê diaxivin, lê di heman demê de li ser berxwedanê li hember pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin jî,” Kalas got.

Dîplomatê YE-yê her wiha li ser girîngiya Korîdora Navîn jî axivî. Li gorî wî, ji ber bûyerên li Rojhilata Navîn, her kes ji bo cûrbecûrkirina rêyên bazirganiyê hewl dide.

Derbarê Gurcistanê de, Nûnerê Bilind ê YEyê destnîşan kir ku hikûmeta wî welatî, tevî daxuyaniyên li ser daxwaza wê ya tevlîbûna YEyê, ti gavên rastîn navêje.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button