PoliticsTop

NATO warê bêqezîabûnê û xwexweykirinêda hevk’arîya t’ev Ermenîstanê hazire

K’êvîn Hamîlt’onê wek’îlê k’atvê NATO-êyî serekeyî t’ezeyî mexsûsî Qafqasîyayê û Asîa Merk’ezîyêda, sefîre serdana pêþine li Ermjnîstanê kirîye. Vahagn Xaçatûryanê sedrê CE ew qebûlkirîye, r’asthatin t’ev Alên Sîmonyanê sedrê CM, Ararat Mîrzoyanê wezîrê K’D,  Sûrên Papîkyanê wezîrê xwexweykirinê û  Armên Grîgoryanê k’atvê Þêwra bêqezîabûnê bûne. Derheqa vê yekêda nav e’lametîya NATO-ê tê gotinê. E’lamdive, wekî  wek’îlê mexsûs t’ev qiseçîya dora þêrge t’êma fikir p’evgöhastine, çawa pêþdaçûyîna hevalk’arîya navbera NATO-ê û Ermenîstanêdaye dayîm, bêqezîabûna neh’yîê, nav wê hejmarê- gefxwerinê hîbrîdîyê, p’evgirêdan pêvajoya Ermenîstan-Adrbêcane  e’dlayêne. Hamîlt’onê sefîre r’ik’inkirina Ermenîstanêye dayîme Kosovoêda r’esaleta e’dlayîp’arêzîyêye bi serk’arîya NATO-êda, xevata Ermenîstanêye dayîm bilind qîmetkirîye. Wexta serdanê Hamîlt’onê sefîre isa jî r’astî wek’îlê civaka Ermenîstanêye bajar’vanîyê û sefaretê welatê t’ifaqdar hatîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button